Ezra 1 - Kurmanji ÎncîlBangawaziya Koreşê Padîşahê Parsê ( Dîrok II, 36:22-23 ) 1 Di yeksaliya padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de ji bo peyva xwe ya bi riya Yêremya gotiye bi cih bîne, Xudan ruhê Koreşê Padîşahê Parsê hişyar kir. Koreş ji tevahiya gelên di bin desthilatdariya wî de ne, ev nivîs daye xwendin: 2 “Koreşê Padîşahê Pars wiha dibêje: ‘Xwedayê Ezmanan Xudan, tevahiya padîşahiyên dinyayê da min. Wî ez peywirdar kirim ku ez li Orşelîma Cihûdayê ji bo wî malekê ava bikim. 3 Di nav we de, ji tevahiya gelê wî kî hebe –bila Xwedê pê re be!– bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nû ve ava bike. Xwedayê ku li Orşelîmê ye ew e. 4 Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’” Vegera ji sirgûnê ber bi Orşelîmê 5 Her kesê Xwedê ruhê wî hişyar kir, serekên binemalên eşîrên Cihûda û Binyamînê, kahin û Lêwiyiyan, destpê kir ku herin Mala Xudan a li Orşelîmê ji nû ve ava bikin. 6 Cîranên wan alîkariya wan kir. Taximên zîvîn, zêr, mal, heywan û tiştên hêja, tevî pêşkêşiyên dilxwaziyê dan wan. 7 Koreşê Padîşahê Parsê jî, taximên ku Nebûxadnessar ji Mala Xudan a li Orşelîmê derxistibûn û danîbûn mala îlahên xwe, derxistin. 8 Koreşê Padîşahê Parsê ew bi destê Mîtredatê peywirdarê xezîneyê derxistin. Wî hejmart û da destê Şêşbassarê serekê Cihûdayê. 9 Encama hejmartinê wiha bû: Sî legenên zêrîn, hezar legenên zîvîn, bîst û neh tasik, 10 sî tasên zêrîn, çar sed û deh tasên zîvîn, hezar perçe taximên din. 11 Hemû taximên zêrîn û zîvîn, pênc hezar û çar sed perçe bûn. Gava sirgûnî ji Babîlê anîn Orşelîmê, Şêşbassar tevahiya van taximan bi xwe re anîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey