Eyûb 9 - Kurmanji ÎncîlEyûbê Pêxember 1 Eyûb lê vegerand û got: 2 “Bi rastî, ez zanim wisa ye, Ma mirov çawa dikare li ber Xwedê rast derkeve? 3 Heke kesek pê re devjeniyê bike, Ji hezaran yek jî nikare bersiva wî bide. 4 Yê ji dil şehreza û di hêzê de xurt, ew e, Kî li dijî wî rabû û aştî dît? 5 Ew çiyayan ji cihê wan radike, Lê haya wan jê çênabe, Ew bi hêrsa xwe wan serobino dike. 6 Ew dinyayê ji cihê wê dihejîne Û stûnên wê dilerizîne. 7 Ew li rojê emir dike, roj dernakeve Û stêran mor dike û dinixême. 8 Ew tenê dikare ezmanan bitikîne Û li ser pêlên deryayê dimeşe. 9 Komstêrên Hirça Mezin û Oriyon, Komstêrên Perwîn û Başûr afirandine. 10 Karên mezin ên ku nayên zanîn Û kerametên bêhejmar çêkirine. 11 Binêrin, di ber min re derbas dibe, ez wî nabînim, Derbas dibe û diçe, haya min jê çênabe. 12 Çaxê nêçîra xwe bigire, kî dikare vegerîne? Kî dikare jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’ 13 Xwedê hêrsa xwe venagerîne, Alîkarên Rahav xwe li ber wî ditewînin. 14 “Ez çawa dikarim bersiva wî bidim? Ez çawa pê re peyvan hilbijêrim? 15 Ez mafdar jî bim, min bersiva wî nedida, Ji bo rehmê min ji dadgerê xwe lava nedikir. 16 Heke min gazî wî bikira û wî bersiva min bida, Dîsa jî min ê bawer nekira ku ew ê guh bide dengê min. 17 Ew ê ku bi bahozê min diperçiqîne Û bêsedem birînên min zêde dike. 18 Ew nahêle ku ez hilmê bistînim, Ew tenê min bi êşê têr dike. 19 Heke hêz be, ew hêzdar e, Heke pirsa edaletê be, Kî dikare wî bîne ber dîwanê? 20 Ez mafdar jî bim, devê min, min sûcdar dike, Ez kamil jî bim, ew min sûcdar dertîne. 21 “Ez bêsûc jî bim, ne xema min e, Jiyana xwe kêm dibînim. 22 Hemû yek e! Loma ez dibêjim: ‘Ew kamil û xerab diqedîne.’ 23 Gava bela jinişkave mirinê tîne, Ew tinazên xwe bi tengasiyên bêsûcan dike. 24 Dinya ketiye destê xeraban, Ew çavê dadgeran dinixême. Gelo ne ew be, kî ye? 25 “Rojên min ji qasidekî bi leztir, Bêyî ku qenciyê bibînin direvin. 26 Derbas dibin û diçin, wekî kelekên sivik, Wekî eyloyekî xwe noqî ser nêçîra xwe dike. 27 Heke ez bêjim: ‘Ezê giliyê xwe ji bîr bikim, Rûyê xwe biguherim û bibişirim,’ 28 Ez ji hemû derdên xwe ditirsim, Ez dizanim, tê min bêsûc dernexî. 29 Ezê sûcdar bêm derxistin, Nexwe, ez çima badilhewa xwe biwestînim? 30 Heke ez bi ava berfê bêm şûştin Û destên xwe bi ava xweliyê paqij bikim, 31 Tê min bixî çala pîsîtiyê, Ezê ji cilên xwe re kirêt bim. 32 Çimkî ew wekî min ne mirov e Ku ez bersiva wî bidim Û pê re herim ber dîwanê. 33 Di navbera me de dadgerek tuneye Ku destê xwe deyne ser me herduyan. 34 Bila ew darê xwe ji ser min hilîne Û bi sawa xwe min nebizdîne. 35 Wî çaxî min ê bigota û jê netirsiyama, Lê niha ez ne li ser hişê xwe me. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey