Eyûb 8 - Kurmanji ÎncîlBîldadê Şûahî 1 Bîldadê Şûahî lê vegerand û got: 2 “Heta kengê tê van tiştan bêjî Û gotinên devê te wekî bayekî xurt bin? 3 Gelo Xwedê edaletê, Yê Karîndar ya rast şaş dike? 4 Heke kurên te li dijî wî guneh bikin, Wî ew dane destê gunehê wan. 5 Heke tu yekser rabî û li Xwedê bigerî Û ji Karîndar lava bikî, 6 Heke tu pak û dilrast bî, Bêguman wê ji bo te yekser hişyar bibe Û te vegerîne warê ku tu heq dikî. 7 Destpêka te biçûk be jî, Wê rojên te yên dawî gelek mezin bin. 8 “Niha tu ji nifşên berê bipirse Û bifikire, ka bav û kalên wan çi dîtin. 9 Çimkî hê em duh hatin dinyayê, em tiştekî nizanin, Rojên me yên li ser rûyê erdê tenê sî ne. 10 Ma wê hînî te nekin û ji te re nebêjin? Ma wê ji dilê xwe gotinan nebêjin? 11 “Ma li dera ku ritam lê tuneye qamîş derdikevin? Li dera ku av lê tuneye çîqil mezin dibin? 12 Hê gava ter in û nehatine jêkirin, Beriya hemû giyayan diçilmisin. 13 Riya hemû kesên ku Xwedê ji bîr kirine ev e Û wê hêviya kesê xwedênenas tune bibe. 14 Ya ku ew pê ewle ye dişikê, Ya ku wî xwe spartiyê, konê pîrê ye. 15 Pîrik xwe dispêre konê xwe lê dipelişe, Xwe pê ve dizeliqîne lê wê ranagire. 16 Wekî pîrikê, Xwedênenas li ber tavê şîn dibe Û şaxên wî dertên ser bexçe. 17 Koka wî xwe li şikêra keviran dipêçe, Di nav keviran de cih digere. 18 Heke ji cihê wî bê rakirin, Cihê wî dibêje: ‘Min tu nedîtî’ û wî înkar dike. 19 Va ye riya şahiya wî wiha diqede, Di cihê wî de giyayên din dertên. 20 “Nexwe Xwedê kesê kamil ji xwe navêje Û bi destê kesên xerabiyê dikin nagire. 21 Wê dîsa devê te bi ken tije bike Û lêvên te bi qîrînên şahiyê. 22 Wê kesên ji te nefret dikin bi şermê bên rapêçandin Û konê xeraban tune bibe.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey