Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 5 - Kurmanji Încîl

1 “Ka gazî bike! Gelo kesê bersiva te bide heye? Tê berê xwe bidî kîjan hebûnên pîroz?

2 Bi rastî keder kesê ehmeq dikuje, Hesûdî mirovê sexik tune dike.

3 Min dît kesê ehmeq kok dide, Lê min yekser naletê li warê wî anî.

4 Zarokên wî ji ewlebûnê dûr in, Li ber dergehê dadgehê diperçiqin, Kes wan rizgar nake.

5 Mirovên birçî berê wî dixwin, Ew ji nav diriyan jî didin hev, Kesên tî li ber mal û milkê wî devê xwe vekirine.

6 Çimkî ne xerabî ji axê derdikeve, Ne jî derd ji erdê dipişkive.

7 Lê mirov ji bo derd û kulan tê dinyayê, Wekî çirûskên êgir ber bi jor dibin.

8 “Lê belê ez bûma, ezê li Xwedê bigeriyama, Min ê doza xwe ji Xwedê re bihişta.

9 Ew Xwedayê ku karên mezin ên nayên keşifkirin, Bêhejmar karên nûwaze dike.

10 Ew baranê dide rûyê erdê Û avê bi ser zeviyan ve dişîne.

11 Ew kesên nizim bilind dike Û şîniyan derdixe ewlehiyê.

12 Ew fikrên hîlekaran xera dike Ku destên wan bi ser nekevin.

13 Ew fenekan di fen û fûtên wan de digire Û şêwra xeraban yekser xera dike.

14 Ew bi roj rastî tariyê tên, Nava rojê, çawa ku şev e, bi dest û lepan dimeşin.

15 Lê ew hejaran ji ber devê şûrê wan, Ji destê hêzdaran rizgar dike.

16 Wî çaxî ji bo belengazan hêvî çêdibe, Xerabî devê xwe digire.

17 “Xwezî bi wî mirovê ku ji aliyê Xwedê ve hatiye erzşikandin, Loma jî tu terbiyekirina Karîndar kêm nebîne.

18 Çimkî ew diêşîne, ew dipêçe, Ew birîndar dike û destên wî baş dikin.

19 Wê te ji şeş tengasiyan rizgar bike, Cara heftan bela nêzîkî te nabe.

20 Wê te di xelayê de ji mirinê, Di şerî de ji destê şûr rizgar bike.

21 Tê ji qemçîkirina zimên dûr bimînî, Gava hilweşîn hat jê netirsî.

22 Tê li hilweşîn û xelayê bikenî Û ji heywanên hov netirsî.

23 Çimkî tê bi kevirên zeviyê re li hev bikî Û wê heywanên çolê bi te re aştiyê çêkin.

24 Tê bizanibî ku konê te di aştiyê de ye, Tê bala xwe bidî cihê xwe û kêmahiyekê nebînî.

25 Tê bibînî wê ziriyeta te zêde be Û şaxên te wekî giyayê erdê be.

26 Tê di pîrbûna xwe de herî gorê, Çawa ku qevdek di wextê xwe de tê civandin.

27 “Va ye me lê kola ku rast e, Loma guh bide û ji bo xwe bizanibe.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan