Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 41 - Kurmanji Încîl

1 “Gelo tu dikarî Livyetan bi benê bikişînî? Tu dikarî zimanê wî bi kertikê girê bidî?

2 Gelo tu dikarî kertikek ji zilan li pozê wî bixî, Yan bi şewkê erçena wî qul bikî?

3 Wê gelekî lavayî te bike? Yan wê peyvên şîrîn ji te re bibêje?

4 Wê bi te re peymanê çêke Ku tu her û her wî bikî xulam?

5 Tu dikarî pê re bileyizî, çawa ku bi çivîkê re dileyizî? Tu dikarî ji bo şabûna keçên xwe wî girê bidî?

6 Gelo bazirgan li ser wî bazarê dikin? Gelo ew di nav taciran de, wî parve dikin?

7 Tu dikarî çermê wî bi zixta masiyan qulqulî bikî Û serê wî bi rimên masîgiran?

8 Destê xwe deyne ser wî, Şer bi bîr bîne, tê careke din dest nediyê.

9 Îcar hêviya girtina wî pûç e. Mirov bi dîtina wî jî nabizde?

10 Mirovekî tirsê tuneye ku wî hişyar bike, Îcar kî dikare derkeve pêşberî min?

11 Gelo kê deyn daye min ku ez lê vegerînim? Di bin tevahiya ezmanan de çi hebe, ya min e.

12 “Ezê li ser milên wî, lingên wî, Hêza wî ya zordar û laşê wî yê bi heybet hiş nebim.

13 Kî dikare pêşa cilên wî rake? Kî dikare bikeve navbera herdu erçenên wî?

14 Li ber diranên wî yên tirsdar, Kî dikare deriyê devê wî veke?

15 Pişta wî bi rêzên pûlikan hatiye çêkirin Ku bi morê hatiye girtin.

16 Ew ewqas nêzîkî hev hatine rêzkirin Ku hewa jî di nava wan re derbas nabe.

17 Ew bi hev ve girêdayî ne, Bi hev ve ne û ji hev nayên veqetandin.

18 Bênijandina wî ronahiyê dide, Çavên wî wekî tîrêjên şeveqê ne.

19 Ji devê wî xetîreyên bipêt dertên Û çirûskên êgir dipekin.

20 Ji pozê wî dû dertê, Çawa ku ji sîtilên kelandî û zilên şewitandî dertê.

21 Hilma wî perengan pêdixe Û pêt ji devê wî dertê.

22 Stûyê wî hêzdar e Û saw li pêş wî dileyize.

23 Qatên goştê wî bi hev ve zeliqandî ne, Li ser wî asê ne, naleqin.

24 Dilê wî wekî kevir hişk e, Wekî beraşê binî hişk e.

25 Gava ew radibe hêzdar ditirsin, Ji dengê rêveçûna wî, xwe winda dikin.

26 Gava şûr bi ser de ket, bi kêr nayê, Rim, zixt û tîr jî bi kêr neyên.

27 Li ba wî hesin wekî kayê, Tûnc wekî darê rizî ye.

28 Tîr wî nade revandin, Kevirên berkaniyê li gorî wî wekî pûş in.

29 Li ba wî gurz jî wekî pûş e, Ew bi êrîşa riman dikene.

30 Binzikê wî wekî perçeyên dîzikê tûj e, Wekî cercerê xwe bi ser heriyê de davêje.

31 Wekî sîtilekê avên kûr dikelîne, Deryayê wekî melhema nava dîzikê tevlihev dike.

32 Li pey xwe şopeke birqok dihêle, Mirov difikire ku porê spî yê avên kûr heye.

33 Li ser erdê hempayê wî tuneye, Ji bo netirse hatiye afirandin.

34 Ew her tiştê bilind biçûk dibîne, Padîşahê hemû qureyan e.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan