Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 4 - Kurmanji Încîl


Êlîfazê Têmanî

1 Êlîfazê Têmanî lê vegerand û got:

2 “Ma mirov ji te re gotinekê bêje tê xemgîn bibî? Kî dikare xwe ragire û nebêje?

3 Binêre, te gelek kes perwerde kirin, Te destên wan ên qels xurt kirin.

4 Gotinên te, kesên terpilî li ser lingan hiştin, Te çokên sistbûyî şidandin.

5 Niha, gava hat serê te, tu xemgîn dibî, Gava dest li te dikeve, tu dişikî.

6 Gelo ewlehiya te, ne tirsa te ya ji Xudan e? Hêviya te, ne kamiliya riya te ye?

7 “Ka bi bîr bîne, kî bêsûc tune bû? Li ku derê kesê dilrast helak bû?

8 Bi qasî ez dibînim, kesên xerabiyê dajon Û tovê derdan direşînin, wisa jî hiltînin.

9 Ew bi hilma Xwedê tune dibin, Bi bayê hêrsa wî telef dibin.

10 Himîna şêr, dengê şêrê dijwar Û diranên şêrên ciwan tên şikandin.

11 Şêr ji nebûna nêçîrê helak dibe, Ferxên şêremêyan ji hev belav dibin.

12 “Gotineke bi dizî hat ba min, Pistepista wê gihîşt guhê min.

13 Bi şev, ji nav fikrên xewnan, Gava xewa giran dikeve çavê mirovan,

14 Saw û lerizîn bi ser min de hatin Ku hemû hestiyên min lerizandin.

15 Ruhek di ber min re derbas bû, Mûyên bedena min gij bûn.

16 Ew sekinî, lê min sûretê wî dernexist, Tenê şiklek li ber çavê min hebû. Di bêdengiyê de min dengekî bihîst:

17 ‘Gelo mirovek dikare li hizûra Xwedê rast be? Qey zilamek dikare li ber Afirînerê xwe pak be?

18 Binêrin, ew bi xulamên xwe ne ewle ye, Di milyaketên xwe de jî şaşîtiyan dibîne.

19 Gelo ew ji wan kesan ewle ye Ku bedena wan wekî xaniyên heriyê ye, Bingeha bedena wan ji tozê ye Û ji bizûzê zûtir diperçiqin?

20 Ew di navbera sibê û êvarê de helak dibin, Bêyî ku haya kesî jê hebe, ew her û her tune dibin.

21 Gava benê konê jiyana wan qetiya, Ew ji şehrezayiyê bêpar dimirin.’

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan