Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 39 - Kurmanji Încîl

1 “Gelo tu dizanî pezkovî kengê dizên? Tu rêpaniya dema zayîna xezalan dikî?

2 Mehên ku tije dikin tu dikarî bihejmêrî Yan tu bi dema zayîna wan dizanî?

3 Ew xwe xwar dikin û dizên, Ji êşa xwe rizgar dibin.

4 Karikên wan xurt dibin û li çolê mezin dibin, Diçin û careke din venagerin.

5 “Gelo kê kerê çolê berda, Kê benê kerê girêdayî vekir?

6 Ew kerê ku min deşt jê re kir mal Û axa şor min jê re kir sitar.

7 Ew bi aloziya bajêr dikene Û qîrîna siwaran nabihîze.

8 Ji bo ku biçêre li çiyayan digere Û li her cure şînahiyê digere.

9 “Gelo gayê çolê dixwaze xulamiya te bike? Yan li ber afirê te şevê diborîne?

10 Gelo tu wî dixî bin nîr? An li pey te, li deştan tevrikê dike?

11 Ji ber ku xurt e tu dikarî pê ewle bî? Yan tu karê xwe jê re dihêlî?

12 Gelo tu bawer dikî ku wê dexlê te bîne, Yan li ser bênderê kom bike?

13 “Baskên şetirmerxê fireh in, Lê ne wekî per û baskên leglegê ne.

14 Çimkî ew hêkên xwe datîne erdê Û wan di bin axê de germ dike.

15 Ew ji bîr dike ku ling dikarin wan bişikînin Û heywanên çolê wan biperçiqînin.

16 Çawa ku ne têjikên wê bin Ew bi hişkî bi wan re tevdigere, Beredayî zehmet kişandin ne xema wê ye.

17 Çimkî Xwedê şehrezayî pê daye jibîrkirin, Wî di fêmdariyê de par nedaye wê.

18 Lê gava rabe û bazde, Bi hesp û siwarê wî dikene.

19 “Ma te hêz da hespan? Te gijiya pêl dide li pişta wan kir?

20 Gelo tu wekî kulî wan didî pengizandin? Te hirîna qure û tirsdar daye wan?

21 Ew bi simên xwe axa deştê bi dijwarî dikolin, Bi hêza xwe şa dibin û bi ser şervanan ve diçin.

22 Ew bi tirsê dikenin, ew nayên şikandin. Ji ber şûr xwe nadin alî.

23 Tîrdank, rima birqok û zixt, Li ser pişta wan teqereq e.

24 Bi şid û kelecan erd li ber lingên wan winda dibe, Gava borî bê lêxistin li cihê xwe nasekinin.

25 Bi lêxistina boriyê re ew dikin ‘Hîrehîr!’ Ew ji dûrî ve bêhna şer dikin, Qîrîn û gurmîna fermandaran dibihîzin.

26 “Ma şahbaz bi fêmdariya te hildifire Û baskên xwe ber bi aliyê başûr ve vedike?

27 Ma bi emrê te eylo bilind dibe Û hêlîna xwe li bilindciyan çêdike?

28 Ew li ser zinaran rûdine û bi cih dibe, Zinarên bilind asêgeha wî ye.

29 Ew ji wir çavdêriya nêçîra xwe dike, Çavê wî ji dûrî ve dibîne.

30 Têjikên wî bi xwînê xweyî dibin, Laş li ku derê bin, ew jî li wir e.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan