Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 36 - Kurmanji Încîl

1 Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got:

2 “Hinekî bisekine ez nîşanî te bidim, Çimkî hê gotina min heye ku bi xatirê Xwedê ye.

3 Ezê zanîna xwe ji dûrî ve bînim Û rastiyê bidim Afirînerê xwe.

4 Bêguman peyvên min ne derew in, Mirovekî bi zanabûna kamil li ber te ye.

5 “Bi rastî Xwedê mezin e û tu kesî kêm nabîne, Ew di qeweta dil de hêzdar e.

6 Ew xeraban nade jiyandin Û heqê bindestan dide.

7 Ew çavê xwe ji ser rastan nade alî, Lê wan bi padîşahan re ser textan dide rûniştandin Û ew her û her berz dibin.

8 Heke ew li zincîran bên xistin Û bi benê tengasiyê ve bêne girêdan,

9 Wê gavê ew kirin û neheqiyên wan Ku kirêtî ne, Ji wan re eşkere dike.

10 Ew terbiyekirinê bi wan dide guhdarîkirin Û ferman dike ku ji xerabiyê bizivirin.

11 Heke guh bidin û xulamiya wî bikin, Ew rojên xwe bi qenciyê Û salên xwe di kêfxweşiyê de derbas dikin.

12 Lê heke guh nedin, Wê bi şûr tune bibin Û ji ber nezaniyê bimirin.

13 “Kesên ji dil xwedênenas in, hêrsê dicivînin, Xwedê wan girê bide jî, ew nakin hewar.

14 Ew di xortaniya xwe de dimirin, Jiyana wan di nav fahîşeyên pûtperest de diqede.

15 Ew bindestan di bindestiya wan de rizgar dike, Ew di tengasiyê de wan dide guhdarîkirin.

16 “Bi rastî wî bala te kişand Ku te ji devê tengasiyê derîne Û te bibe dereke fireh û bêasteng. Sifreya te bi rûn û aramiyê tije bû.

17 Lê tu bi cezayê xeraban tije bûyî, Ceza û edalet te digirin.

18 Hay ji xwe hebe, bila hêrs bala me nekişîne Ku em nebin tinazkar. Bila bertîla zêde jî te averê neke.

19 Wê hewara te, te ji tengasiyê bikişîne? Wê hemû hêz û qeweta te, têr bike?

20 Tu bêriya wê şevê neke Ku gel ji cihê xwe tên rakirin.

21 Hay ji xwe hebe, xwe ber bi xerabiyê ve nebe, Çimkî ji ber vê yekê tu bi tengasiyan hatî ceribandin.

22 “Va ye Xwedê bi hêza xwe bilind e, Gelo Mamosteyê wekî wî heye?

23 Kî riya wî li ber wî kifş kir? Kî dikare jê re bêje: ‘Te neheqî kir’?

24 Pesindana karê wî bi bîr bîne, Mirov li ser wî stranan jî dibêjin.

25 Herkes li karê wî mêze dike, Her mirov ji dûrî ve lê dinêre.

26 Bi rastî Xwedê ewqas mezin e Ku em nikarin fêm bikin. Hejmara salên wî nayê hesibandin.

27 “Ew dilopên avê bi jor ve dikişîne Û dilopên baranê bi hilma xwe disefîne.

28 Ewr baranê diherikînin Û bi têra xwe bi ser mirovan ve dilop dikin.

29 Gelo mirov belavbûna ewran Û gurmîna konê wî dikare fêm bike?

30 Va ye, ew bi brûskên xwe derdora xwe ronahî dike Û kûrahiya deryayan dinixême.

31 Çimkî ew bi vê yekê serweriya gelan dike Û bi zêdebarî xwarinê dide.

32 Bi brûskan destên xwe dinixême Û emir dike ku li armanca wî bixe.

33 Gurmîna wî bahoza wî eşkere dike, Dewar jî hatina wê radigihîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan