Eyûb 35 - Kurmanji Încîl1 Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got: 2 “Gelo tu vê yekê rast dibînî? Tu dibêjî: ‘Ez li ber Xwedê rast im.’ 3 Lê tu wisa jî dibêjî: ‘Heke ez guneh nekim, Wê çi feydeya te hebe Û çi qezenca min hebe?’ 4 “Ezê bersiva te û hevalên te bidim. 5 Li ezmanan binêre û bibîne, Bala xwe bide ewrên ji te bilindtir. 6 Tu guneh bikî, wê çi bi Xwedê were? Neheqiyên te zêde bin, wê çi pê were? 7 Heke tu rast bî, tu çi didî wî, Yan jî ew çi ji destê te distîne? 8 Xerabiya te ji bo mirovan e, Ji bo kesên wekî te ye, Rastiya te jî, ji bo kurê mirovan e. 9 “Mirov di bin zordariya zêde de dikin hewar, Gava di bin zendê hêzdaran de gazî alîkariyê dikin. 10 Lê kes nabêje: ‘Ka Xwedê, Afirînerê min?’ Ew Xwedayê ku bi şev stranan dide, 11 Ji heywanên erdê bêtir me hîn dike Û ji teyrên ezmanan me şehrezatir dike. 12 Ji ber quretiya xeraban, Li wir dikin hewar, lê ew bersiva wan nade. 13 Xwedê esse guhdariya hewara vala nake, Karîndar bala xwe nade vê yekê. 14 Herçiqas tu dibêjî: ‘Ez wî nabînim’ jî, Doza te li ber wî ye û tê zehf li benda wî bimînî! 15 Herwiha, ji ber ku wî bi hêrsa xwe ceza nekir Û zêde bala xwe neda serhildanê, 16 Eyûb beredayî devê xwe vedike, Ew bi nezanî gotinan zêde dike.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey