Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 34 - Kurmanji Încîl

1 Êlîhû gotina xwe berdewam kir û got:

2 “Şehrezano, gotina min bibihîzin! Zanano, guh bidin min!

3 Çimkî çawa ku dev tehma xwarinê hiltîne, Guh peyvan diceribîne.

4 Ya ku adil e, em hilbijêrin, Qencî çi ye, em di nav xwe de biryar bidin.

5 “Çimkî Eyûb dibêje: ‘Ez rast im Û Xwedê heqê min ji destê min stand.

6 Tevî ku mafdar im jî, derewkar têm hesibandin, Ez bêguneh im, lê birîna min bêderman e.’

7 Kîjan mirov wekî Eyûb e? Ew tinazan wekî avê vedixwe,

8 Bi xerabkaran re digere Û bi mirovên xerab re dimeşe.

9 Wiha jî dibêje: ‘Tu feyde tuneye ku Mirov ji Xwedê razî be.’

10 “Loma serwextno, min bibihîzin! Haşa ku Xwedê xerabiyê bike Û Karîndar neheqiyê bike!

11 Çimkî ew bergîdana kirinên mirovan dide Û li gorî riya wan, tîne serê wan.

12 Bi rastî, Xwedê xerabiyê nake, Karîndar edaletê şaş nake.

13 Ma kî serweriya rûyê erdê da wî? Kî ew danî ser tevahiya dinyayê?

14 Heke ew niyet bike Ku ruh û hilma xwe paşve bistîne,

15 Wê hemû beşer bi hev re bimire, Wê mirov vegere axê.

16 “Heke fêmdariya te hebe, vê bibihîze. Guh bide dengê gotinên min.

17 Ma kesê ji edaletê nefret dike, Dikare serweriyê bike? Qey tê kesê rast û mezin sûcdar bikî?

18 Yê ku ji padîşah re dibêje: ‘Belqitiyo!’ Û ji mîr re jî dibêje: ‘Xerabo!’

19 Yê ku meyla serekan nake Û ji belengazan bêtir, qedrê dewlemendan nagire, Ma ne Xwedê bixwe ye? Çimkî ev hemû karên destê wî ne.

20 Ew jinişkave dimirin, Mirov nîvê şevê dihejin û tune dibin. Hêzdar jî tên hilanîn û birin, Lê ne bi destê kesekî.

21 “Çimkî çavê wî li ser riyên mirovan e Û hemû gavên wan dibîne.

22 Ne tarî û ne jî siya mirinê heye Ku xerabkar xwe tê de veşêrin.

23 Hewcedariya Xwedê careke din bi lêpirsîna mirovan tuneye Ku bîne dîwana xwe.

24 Bêyî ku lê bikole, ew mezinan dişikêne Û kesên din li cihê wan datîne.

25 Ji ber ku ew bi kirinên wan dizane, Wan bi şev serobino dike û diperçiqîne.

26 Ji ber xerabiya wan, Ew li ber çavê kesên din li wan dixe.

27 Çimkî wan dev ji lipeyçûyina wî berda Û tu riyên wî nahesibînin.

28 Wan kir ku hewara belengazan bigihîje wî, Wî jî hewara bindestan bihîst.

29 Gava Xwedê bêdeng be, kî dikare sûcdar bike? Çaxê rûyê xwe binixême, kî dikare lê binêre? Ne miletek ne jî mirovek,

30 Bila xwedênenas padîşahiyê neke Û ji gel re nebe dafik.

31 “Gelo kesî ji Xwedê re gotiye: ‘Ez sûcdar im, êdî ezê xerabiyê nekim.

32 Ya ku min nedîtiye, tu hînî min bike. Heke min neheqî kiribe, ezê careke din nekim’?

33 Heke te ew red kir, Wê li gorî daxwaza te bergîdanê bike? Kesê hilbijêre tu yî, ne ez im, Loma ya ku dizanî bêje.

34 “Wê fêmdar ji min re bêjin, Wê şehrezayên guhdariya min dikin wiha bêjin:

35 ‘Eyûb dipeyive lê nizane, Di gotinên wî de şehrezayî tuneye.’

36 Eyûb wekî xerabkarekî bersiv dide, Xwezî ceribandina wî her û her bidome.

37 Ew serhildanê bi ser gunehê xwe ve zêde dike, Di nav me de destên xwe li hev dixe Û gotinên xwe li dijî Xwedê zêde dike.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan