Eyûb 33 - Kurmanji Încîl1 “Lê Eyûbo! Gotina min bibihîze, Guh bide hemû peyvên min. 2 Va ye, min devê xwe vekir, Zimanê min dibêje. 3 Gotinên min rastiya dilê min eşkere dikin, Lêvên min bi dilpakî zanîna xwe dibêjin. 4 Ruhê Xwedê ez afirandim Û hilma Karîndar jiyanê dide min. 5 Heke tu dikarî bersiva min bide, Gotinên xwe li ber min rêz bike Û li pêşberî min bisekine. 6 Va ye, li ber Xwedê, ez jî wekî te me. Ez jî, ji heriyê hatim afirandin. 7 Ji tirsa min nebizde Û tada min li ser te giran nebe. 8 “Binêre, gava min guhdarî dikir te digot, Ev gotinên te hatin guhê min: 9 ‘Ez pak û bêguneh im, Ez bêsûc im, li ba min neheqî tuneye. 10 Dîsa jî ew li dijî min li hincetan digere Û min dijminê xwe dihesibîne. 11 Ew lingê min qeyd û lele dike Û çavdêrê hemû riyên min e.’ 12 “Lê ez bersiva te bidim: Tu di vê yekê de neheq î, Çimkî Xwedê ji mirovan mezintir e. 13 Tu çima jê gazinan dikî? Çima dibêjî: ‘Ew bersiva peyveke min jî nade.’ 14 Xwedê bi awayekî dipeyive, Mirov wî nebîne jî. 15 Di xewnê de, di dîtiniya şevê de, Gava xewa giran bi ser mirov de tê Û li ser nivînan xewarî ye, 16 Ew guhê mirovî wê gavê vedike Û bi terbiyekirina xwe, wî ditirsîne 17 Ku ew wî ji xerabiya ku dike bizivirîne Û wî ji quretiyê dûr bixe. 18 Ew canê wî ji çalê Û jiyana wî ji mirinê diparêze. 19 Ew bi êşa xwe ya li ser nivînan Û bi pevçûna herdemî ya di hestiyan de tîne rê 20 Ku dilê wî ji nên dixele Û canê wî xwarinên xweş red dike. 21 Goştê wî dihele, nayê dîtin Û hestiyên wî xuya dibin. 22 Canê wî nêzîkî çalê dibe Û jiyana wî nêzîkî ruhstênan dibe. 23 “Heke li ba wî milyaketek, Ji hezar milyaketan yek bi navbeynkarî hebe Ku ya rast ji mirovekî re eşkere bike, 24 Wî çaxî Xwedê kerema xwe nîşanî wî dide û dibêje: ‘Wî ji ketina çalê rizgar bike, Min berdêla wî dît.’ 25 Goştê wî wekî goştê zarokan nû dibe Û vedigere rojên xortaniya xwe. 26 Ew ji Xwedê re dua dike û jê razî dimîne, Ew bi şahî rûyê wî dibîne. Xwedê rastiya wî li mirovî vedigerîne. 27 Îcar ew li ber mirovên din bi lavijan dibêje: ‘Min guneh kir û ji rastiyê şaş bûm, Lê min heqê xwe nestand. 28 Wî canê min ji ketina çala mirinê rizgar kir, Wê jiyana min ronahiyê bibîne.’ 29 “Xwedê van hemû tiştan dike. Ew van du caran, sê caran, Bi serê wî mirovî de tîne 30 Ku canê wî ji çalê vegerîne Û bi ronahiya jiyanê geş bibe. 31 “Eyûbo! Guhê xwe bide û min bibihîze, Tu hiş be, ez bêjim. 32 Heke tiştekî tu bêjî hebe, ji min re bêje, Bêje, çimkî ez dixwazim te mafdar derxim. 33 An na tu guhdariya min bike, Tu hiş be, ez şehrezayiyê hînî te bikim.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey