Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 32 - Kurmanji Încîl


Êlîhûyê Bûzî

1 Van sê mirovan dev ji bersivdana Eyûb berda. Çimkî wî xwe di çavê xwe de rast didît.

2 Piştre hêrsa Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî rabû ku ji binemala Ram bû. Ew li dijî Eyûb hêrs bû, çimkî Eyûb xwe rast didît, ne ku Xwedê.

3 Ew li dijî her sê hevalên xwe jî hêrs bû, çimkî tevî ku Eyûb sûcdar kiribû, wan bersivek nedabû.

4 Ji bo ku ew mirov bi emrê xwe jê mezintir bûn, Êlîhû li benda wan mabû ku bi Eyûb re bipeyive.

5 Lê gava wî dît ku bersivek ji devê van sê mirovan derneket, ew hêrs bû.

6 Êlîhûyê kurê Barakêlê Bûzî wisa got: “Ez bi emrê xwe biçûk im, hûn jî kal in. Loma min xwe da paş, Ez tirsiyam ku fikra xwe ji we re bêjim.

7 Min got: ‘Bila roj bêjin Û zêdebûna salan şehrezayiyê hîn bike.’

8 Lê bi rastî ruhê ku di mirov de ye, Erê, hilma Karîndar fêmdariyê dide.

9 Şehreza ne kesên kal in, Kesên heqiyê fêm dikin ne rîspî ne.

10 Loma min got: ‘Guhdariya min bikin.’ Ez jî fikra xwe bêjim.

11 “Ez li benda gotinên we mam, Gava hûn li peyvan digeriyan, Min guh da feraseta we.

12 Min bala xwe da we. Lê tu kesî neheqiya Eyûb dernexist, Kesekî ji we bersiva gotinên wî neda.

13 Nebe hûn bêjin: ‘Me şehrezayî dît, Bila Xwedê wî têk bibe, ne mirov.’

14 Wî peyvên xwe li dijî min rêz nekirin, Ezê jî bi gotinên we bersiva wî nedim.

15 “Ew şikestin, êdî bersiv nadin, Tu gotina wan nema.

16 Ji bo ku ew napeyivin, ez li bendê bimînim? Ji bo ku ew disekinin û bersivê nadin?

17 Ez jî bersiva xwe bidim, Ez fikra xwe bêjim.

18 Çimkî dilê min tije gotin e, Ruhê bedena min zorê li min dike.

19 Loma hinavê min wekî şeraba devgirtî ye, Wekî meşkeke nû ya şerabê dike biteqe.

20 Ez bêjim ku rihet bim, Divê ez devê xwe vekim û bersivê bidim.

21 Ezê ferq û meyliya tu kesî nekim, Ezê şelafiya mirovan nekim,

22 Ez nizanim şelafîtî çi ye! Yan na wê Afirînerê min yekser min tune bike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan