Eyûb 31 - Kurmanji Încîl1 “Min bi çavê xwe re peymanekê çêkir, Gelo ezê çawa li keçikekê binêrim? 2 Ma para mirov a ji Xwedayê li jorê Û mîrasa mirov a ji bilindciyan, ji Yê Karîndar çi ye? 3 Gelo felaket bi ser neheqan de Û bela bi ser kesên xerabiyê dikin de nayê? 4 Ma ew riyên min nabîne Û hemû gavên min najmêre? 5 “Heke ez bi derewkarî meşiyabim Û lingê min li pey hîleyê lezandibe, 6 –Helbet ezê di mêzîna rast de bêm kişandin Û wê Xwedê kamilbûna min bibîne– 7 Heke piyê min ji rê derketibe Û dilê min dabe pey çavê min, Heke qisûr bi destê min bûbe, 8 Wî çaxî ez biçînim lê bila kesê din bixwe, Dexlê min ji kokê bê rakirin. 9 “Heke dilê min bi jinekê xapiyabe Û min li ber deriyê cîranê xwe kemîn danîbe, 10 Wî çaxî bila jina min genimê mirovekî din bihêre Û kesên din bi ser wê de xwar bibin. 11 Çimkî ev dibû riswatî û sûcekî dadgehî. 12 Erê, ew sûc agirek e Ku heta warê helakê dadiqurtîne Û ji kokê ve hemû berê min radike. 13 “Heke xulam an xadima min, ji min bi gazin in Û min jî heqê wan red kiribe, 14 Çaxê Xwedê rabe ezê çi bikim? Dema hesêb bipirse, ezê çi bersivê bidim? 15 Ma Yê di zikê dê de ez afirandim ew jî neafirandin? Yê ku di malzarokê de şikil dide me ne yek e? 16 “Heke min daxwaza belengazan texsîr kiribe Yan çavê jinebiyê tefandibe, 17 Heke min para xwe bi tena serê xwe xwaribe Ku sêwî jê nexwaribe, 18 –Helbet ji xortaniya xwe ve, Min wekî bav sêwî mezin dikir Û ji roja ez çêbûme û vir ve Min rêberiya jinebiyê dikir– 19 Heke min kesekî ji bêkinciyê li ber mirinê ye, Yan hejarekî ku lihêfa wî tuneye dîtibe 20 Ku dilê wî ji min re dua nekiribe Yan bi hiriya miyên min germ nebûbe, 21 Heke ji ber min li dergehê bajêr alîgir dîtin, Min destê xwe li dijî sêwiyan rakiribe, 22 Bila milê min ji girmilê min bikeve Û hestiyê milê min bişikê. 23 Çimkî ezê ji ber felaketa ku ji Xwedê tê, Biketama tirs û sawê Û ji ber rewnaqiya wî tiştek ji destê min nedihat. 24 “Heke min hêviya xwe dabe zêr Û min ji zêrê xas re gotibe: ‘Ez bi te ewle me’ 25 Heke ez bi serweta xwe ya mezin An bi zêdehiya qezenca destê xwe şa bûbim, 26 Heke min li roja ku dibiriqe Yan heyva ku bi rewnaqî dimeşe, mêze kiribe 27 Û dilê min xef xapiyabe Yan bi destê xwe min ji wan re ramûsanekê şandibe, 28 Wî çaxî wê ev jî bibûya sûcekî dadgehî. Çimkî min Xwedayê li jorê înkar kiriye. 29 “Heke ez bi ketina kesê ji min nefret dike şa bûbim An gava xerabî hat serê wî, ez kelecanî bûbim, 30 –Helbet min destûr neda devê min guneh bike Ku ez naletê li canê wî kesî bînim– 31 Heke kesên li konê min negotibin: ‘Kesê bi goştê Eyûb da xwarin têr nebûbe heye?’ 32 –Helbet xerîb şevê li derve nediborand, Min ji rêwiyan re deriyê xwe vedikir.– 33 Heke wekî kesê gunehên xwe nixamtine, Min neheqiya xwe di dilê xwe de veşartibe, 34 Heke ji ber zêdebûna gel tirsiyabim Û kêmdîtina binemalan ez şikandibim, Ez bêdeng mabim û ji derî derneketibim, 35 –Ax! Xwezî kesê guhdariya min dike hebe! Va ye mohra min, bila Karîndar bersiva min bide! Xwezî nivîsa doza ku dijminê min nivîsiye Di destê min de be! 36 Belê minê ew li ser kokelîka xwe hilgirta, Minê daniya ser serê xwe Ku ji min re bibe kofî. 37 Minê hemû gavên avêtine jê re bigota, Wekî mîrekî ezê nêzîkî wî bibûma.– 38 Heke axa min li dijî min bike hewar Û qelşên gîsin tev bi hev re bigirîn, 39 Heke min berê wê bêheq xwaribe Û ji mirina xweyê wê re bûbim sedem, 40 Wî çaxî bila di şûna genim de dirî Û di cihê ceh de zîwan derkeve.” Gotinên Eyûb qediyan. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey