Eyûb 30 - Kurmanji Încîl1 “Lê niha kesên ji min biçûktir bi min dikenin! Kesên ku min bavên wan jî nedida ber seyên keriyê xwe! 2 Xîreta wan çû, Ji hêza destê wan wê çi bi kêrî min were? 3 Ji xizanî û birçîbûnê diçilmisin, Li beriyê û taristana bêkes, dera ziwa dikeritînin. 4 Ji nav deviyan tolikê dicivînin, Xwarina wan koka hêrvistê ye. 5 Ew ji nav civakê tên qewitandin, Çawa ku ew diz in, Mirov li pey wan diqîrin. 6 Di geliyên tirsdar de Di qulên erdê û şikeftên zinaran de dijîn. 7 Di nav deviyan de dizirin, Li bin diriyan diketin paşila hev. 8 Ew kurên ehmeqan û zarokên bêeslan bûn, Ji welêt bi qemçiyan tên avêtin. 9 “Lê niha ew bi kilaman tinazê xwe bi min dikin, Ez bûm pêkenokê devê wan. 10 Bîzê wan ji min diçe, dûr dimînin, Ji tûkirina ser çavê min dûr namînin. 11 Xwedê benê min vekir û ez nizim kirim Û wan li ber min hefsarên xwe qetandin. 12 Ji aliyê rastê ve kesên beredayî bi ser min de tên, Lingên min dehf didin Û ji bo felaketa min palan ava dikin. 13 Riya min xera dikin, Bela bi ser min de dişînin. Ew bi tena serê xwe dikin. 14 Çawa ku di quleke fireh re bikevinê, Bi gurmîna hilweşandinê re gêr dibin û tên. 15 Tirs û saw ez serobino kirim Û wekî bayê şerefa min qewitand. Xweşiya min wekî ewrê çû. 16 “Niha ez di nava xwe de dihelim, Rojên tengasiyê bi ser min de girtin. 17 Bi şev hestiyên min diarin Û êş, min dikeritînin. 18 Xwedê bi zordarî kincê min digire, Ew berstûka kirasê min, dişidîne. 19 Wî ez avêtim nav heriyê, Ez bûm wekî toz û xweliyê. 20 “Ez ji te re dikim hewar, lê tu bersivê nadî, Ez li ber te disekinim, tu hema kêliyêkê li min dinêrî. 21 Tu beramberî min bêrehm bûyî, Bi qeweta destê xwe zorê li min dikî. 22 Tu min hildidî û li bayê siwar dikî, Tu min di nav bahozê de dibî û tînî. 23 Çimkî ez dizanim tê min bibî mirinê, Tê min bibî mala ku hemû jîndar lê bicivin. 24 “Bêguman kesekî wêranbûyî, destê xwe vedike An gava felaketek tê, dike hewar. 25 Ma ji bo kesên di tengasiyê de ez nedigiriyam? Dilê min bi hejaran nedişewitî? 26 Gava ez li benda qenciyê bûm, xerabî hat, Ez li hêviya ronahiyê bûm lê tarî hat. 27 Dil û hinavê min dişewite, rihetiya min tuneye, Rojên êş û elem rastî min tên. 28 Ez dilbirîn digerim, tav tuneye, Di nav civatê de jî radibim û dikim hewar. 29 Ez bi çeqelan re bûm bira Û ji kundan re bûm heval. 30 Çermê min reş bû û ji ser min tê xwarê, Hestiyên min ji germê dişewitin. 31 Ji çenga min dengê şînê tê, Dengê bilûra min bûye girîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey