Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 3 - Kurmanji Încîl


Eyûbê Pêxember dibêje

1 Piştî vê yekê Eyûb devê xwe vekir û nalet li roja bûyîna xwe anî.

2 Eyûb wiha got:

3 “Bila roja ez hatim dinyayê tunebe, Şeva gotin: ‘Kurek çêbû’ tunebe.

4 Bila ew roj tarî be, Xwedayê li jorê lê negere Û ronahî neyê ser wê.

5 Bila taristan û şevereş lê bibin xweyî, Ewr bi serê wê de dakeve Û taristana rojê bibizdîne.

6 Bila taristan wê şevê zevt bike, Di nav rojên salê de neyê hesibandin Û nekeve nav koma mehan.

7 Erê, bila ew şev bêber be, Dengê şahiyê tê de neyê bihîstin.

8 Bila kesên naletê li rojan tînin, naletê li wê rojê jî bînin, Ew kesên di hişyarkirina Livyetan de jêhatî ne.

9 Bila stêrên destê sibê tarî bibin, Bila li benda ronahiyê be, lê wê bidest nexe Û tîrêjên seherê jî nebîne.

10 Çimkî wê rojê deriyên zîkê diya min negirtin Û derd ji çavên min veneşartin.

11 “Gava ez hatim dinyayê, çima ez nemirim, Çaxê ji zik derketim, çima ez helak nebûm?

12 Çima çokan ez qebûl kirim Û pêsîran ez mijandim?

13 Çimkî niha ez bi aramî vezeliyabûm, Di xewê de bûm û rihet bûm,

14 Bi padîşah û şêwirmendên dinyayê re Ku wêrane ji bo xwe dîsa ava kirine,

15 Yan bi mîrên ku xweyî zêr in Û malên xwe bi zîv tije kirine re.

16 Çima ez wekî zarokekî ji ber diya xwe çûye nehatim veşartin, Wekî zarokekî ku ronahî nedîtiye.

17 Li wir xerab dev ji eziyetê berdidin, Li wir westa bêhna xwe vedidin.

18 Girtî bi hev re bêxem in, Dengê serkarên suxrevan nabihîzin.

19 Biçûk jî, mezin jî li wir in, Kole ji xweyên xwe serbest in.

20 “Ma çima ronahiyê didin kesê keder? Ji bo çi jiyanê didin canê biêş?

21 Wan bêriya mirinê kiriye, lê nayê, Ew ji xezîneyan bêtir lê digerin.

22 Ew kes gava dikevin gorê, Ji kêfê şa û dilgeş dibin.

23 Ji bo çi ronahiyê didin kesê riya wî hatiye veşartin Û Xwedê derdora wî sinc kiriye?

24 Çimkî beriya nanê min, nalîna min tê, Hewara min wekî avê dikişe.

25 Bi rastî ya ku ez jê ditirsiyam, Tirs û sawa min hate serê min.

26 Ez ne rihet im, ne aram im, Ez nikarim bêhna xwe vedim, tenê derd tê.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan