Eyûb 27 - Kurmanji Încîl1 Eyûb peyama xwe berdewam kir û got: 2 “Bi navê Xwedayê ku heqê min ji holê rakir Û bi navê Yê Karîndar ê ku êş da canê min, 3 Heta nefesa min hebe Û hilma Xwedê di pozê min de be, 4 Wê neheqî li ser lêvên min nebe Û derew ji zimanê min dernekeve. 5 Bila ji min dûr be ku ez we rast bihesibînim, Heta nefesa xwe ya dawî, ezê dev ji kamiliya xwe bernedim. 6 Ezê rastiya xwe bigirim û bernedim, Hemû rojan, wê dilê min, min sûcdar neke. 7 “Bila dijminên min wekî xeraban bin! Bila dijberên min wekî neheqan bin! 8 Gava Xwedê canê wan stand û ew tune kirin, Hêviya xwedênenasan çi ye? 9 Gelo gava ew ket tengasiyê, Wê Xwedê hewara wî bibihîze? 10 Qey ew ji Karîndar zewqê distîne? Hergav gazî Xwedê dike? 11 “Ezê derheqê destê Xwedê de hînî we bikim, Armanca Karîndar ji we veneşêrim. 12 Madem we hemûyan dît, Ji bo çi hûn bûne kesên pûç û vala? 13 “Para kesên xerab ji Xwedê distînin, Mîrasa kesên zordar ji Karîndar distînin ev e: 14 Kurên wan çiqas zêde bin, ji bo şûr in Û wê têrxwarina ziriyeta wan tunebe. 15 Kesên ji wan sax mane, wê ji webayê bimirin û bêne veşartin, Wê jinebiyên wan ji bo wan negirîn. 16 Heke kesên xerab wekî xweliyê zîv bidin hev Û wekî axê kinc kom bikin jî, 17 Wê kesên rast li xwe bikin Û bêsûc zîv parve bikin. 18 Wê wekî bizûzê mala xwe ava bikin, Çawa ku nobedar holika xwe çêdikin. 19 Ew dewlemend radizin, lê dewlemendî najo. Gava çavê xwe vedike, tuneye. 20 Tirs û saw wekî lehiyê bi ser wan ve tê, Bagera şevê wan dide ber xwe û dibe. 21 Bayê rojhilat wan radike û dibe, Wan ji cihê wan dimale. 22 Gava ji destê wî bireve, Wê bêrehm bi ser wan de were. 23 Bi tinazan ji wan re li çepikan dixe Û ji cihê xwe ji wan re difîkîne.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey