Eyûb 26 - Kurmanji ÎncîlEyûbê Pêxember 1 Eyûb lê vegerand û got: 2 “Tu ji kesê bêhêz re çawa bûyî alîkar! Te çawa zendê bêqewet rizgar kir! 3 Te çawa şîret li kesê ne şehreza kir Û gelekî zanîna saxlem hîn kir! 4 Te ew gotin ji kê re gotin? Ruhê kê ji devê te derket? 5 “Miriyên di bin avan de Û kesên tê de dilerizin. 6 Diyarê miriyan li ber Xwedê tazî ye, Xêliya warê helakê tuneye. 7 Ew ezmanên bakur li ser valahiyê belav dike Û li ser nebûnê dinyayê dadileqîne. 8 Di nav ewran de avê dipêçe Û ewr di bin giraniya wan de naçirin. 9 Ew rûyê heyva çardehşevî dinixême Û ewrên xwe li serî radixe. 10 Wî li ser avê bazinek xêz kir, Li sînorê ku tarî û ronahî ji hev vediqetin. 11 Stûnên ezmanan dihejin Û bi erzşikandina wî şaş û metel dibin. 12 Ew bi hêza xwe deryayan diçeliqîne, Bi fêmdariya xwe Rahav diperçiqîne. 13 Bi hilma wî ezman dixemile, Destê wî marê direve birîndar dike. 14 Ev tenê keviya karên wî ne Û tişta me jê bihîstiye pistêneke biçûk e! Lê kî dikare gurmîna hêza wî fêm bike?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey