Eyûb 25 - Kurmanji ÎncîlBîldadê Şûahî 1 Bîldadê Şûahî lê vegerand û got: 2 “Saw û serwerî ya Xwedê ye, Ew aştî li bilindciyên xwe çêdike. 3 Gelo artêşên wî tên hejmartin? Ronahiya wî nade ser kê? 4 Gelo mirov çawa li hizûra Xwedê dikare rast be? Yê ji jinekê çêdibe, çawa dikare pak be? 5 Li gorî wî biriqîna heyvê jî tuneye, Stêr li ber çavê wî nepaqij in. 6 Tew mirovê wekî kêzikek çi ye! Çi ye kurê mirovan, ew wekî kurmekî ye!” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey