Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 23 - Kurmanji Încîl


Eyûbê Pêxember

1 Eyûb lê vegerand û got:

2 “Îro ezê dîsa gazina xwe ya bi keser bikim, Tevî ku nalîna min jî heye, destê Xwedê li ser min giran e.

3 Xwezî min bizanibûya ezê çawa wî bibînim, Ez bigihîştama cihê wî.

4 Minê doza xwe li ber wî rêz bikira Û devê xwe bi delîlan tije bikira.

5 Ezê bersiva dide min, hîn bibûma Û tişta ji min re dibêje fêm bikira.

6 Ma wê bi hêza xwe ya mezin li dijî min rabûya? Na, tenê wê guhdariya min bikira.

7 Li wir, kesê rast dikaribû li pêş wî dozekê vekira Û ezê jî, ji dîwanê her û her azad bibûma.

8 “Heke ez herim rojhilat, ew ne li wê derê ye, Biçim rojava jî, ez wî nabînim.

9 Heke li bakur kar bike, ez wî ji hev dernaxim, Vegere başûr jî, ez wî nabînim.

10 Lê ew riya ku ez çûm ser dizane, Dema min biceribîne, ezê wekî zêr derkevim.

11 Ji nêz ve min da ser şopa wî, Min da ser riya wî û averê nebûm.

12 Ez ji emrê ser lêvên wî neqetiyam, Min ji nanê xwe yê rojane zêdetir, Qedir da gotinên devê wî.

13 “Ew bi tena serê xwe ye, Kî dikare wî bizivirîne? Canê wî çi bixwaze wî dike.

14 Çimkî çi para min bikeve, ew dibe serî, Gelek tiştên wiha di hişê wî de ne.

15 Loma ez li ber wî ditirsim, Çiqas difikirim ewqas dikevim sawê.

16 Erê, Xwedê wêrekiya dilê min şikand, Karîndar ez tirsandim.

17 Lê taristan jî nikare min bêdeng bike, Tevî ku taristana şevereşê serçavê min veşêre jî!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan