Eyûb 21 - Kurmanji ÎncîlEyûbê Pêxember 1 Eyûb lê vegerand û got: 2 “Baş guh bidin gotina min, Bila ev bibe teselîkirina we. 3 Min berdin, ez jî bêjim, Piştî min got, tinazên xwe bikin. 4 “Gelo giliyê min ji mirovan re ye? Çima ez bêsebir nebim? 5 Berê xwe bidin min! Şaş û metel bimînin, Dest bidin ser devê xwe. 6 Bi fikirîna vê yekê ez ditirsim Û bedena min dikeve sawê. 7 Gelo xerab çima dijîn? Ji bo çi kal û hêzdar dibin? 8 Zarokên wan xurt û li ba wan dimînin, Çavên wan ziriyetên wan dibînin. 9 Malên wan di aştiyê de ne û bêtirs in, Darê Xwedê ne li ser wan e. 10 Gayê wan bi hêzdarî radibin ser çêlekên wan, Çêlekên wan dizên, golik ji ber wan naçin. 11 Ew zarokên xwe wekî pêz berdidin Û biçûkên wan dileyizin. 12 Ew li ber def û çengê stranan dibêjin Û bi dengê bilûrê şa dibin. 13 Rojên xwe bi qenciyê diborînin Û bi aramî diçin diyarê miriyan. 14 Ew ji Xwedê re dibêjin: ‘Ji me dûr be! Zanîna riya te ne bi dilê me ye! 15 Yê Karîndar kî ye ku em jê re xulamiyê bikin? Wê karê me çi be em jê re duayê bikin?’ 16 Lê dewlemendiya wan ne di destê wan de ye, Bila şêwra xeraban ji min dûr be. 17 “Çend caran qendîla xeraban tefiya, Felaket bi serê wan de hat An ji xezeba Xwedê, êş bû para wan? 18 Çend caran bûn kaya li ber bayê Û hûrika kayê ya ku bahozê bi xwe re birî. 19 Hûn dibêjin: ‘Xwedê berdêla xerabiya wan Ji zarokên wan re dihêle.’ Bila ew bi xwe bikişînin û bizanibin çawa ye. 20 Bila çavên wan hilweşîna wan bibînin Û ji xezeba Karîndar vexwin. 21 Çimkî gava hejmara mehên wan qediya, Gelo xema maliyên wan ên li pey wan heye? 22 “Kî dikare hînî Xwedê bike? Ew mezinan dadbar dike. 23 Kesek di dema saxlemiya xwe de dimire, Gava bi têra xwe rihet û bêxem e. 24 Bedena wî bi şîr tije ye, Mêjiyê hestiyên wî teze ye. 25 Yê din di nav êşa canê xwe de dimire Û tehma xwarina xwe nedîtiye. 26 Bi hev re di bin axê de radizin, Kurm wan dinixêmin. 27 “Binêrin, ez fikrên we Û hîleyên ku hûn zordariyê li min dikin, dizanim. 28 Çimkî hûn dibêjin: ‘Ka mala mîr? Konê xeraban li ku ye?’ 29 Gelo we ji rêwiyan nepirsî? Ma we fikrên wan qebûl nekir 30 Ku di roja felaketê de xerab tên parastin Û di roja xezebê de ew ber bi ewlehiyê ve dibin. 31 Gelo kî şaşîtiya riya wan li rûyê wan dixe, Kî bergîdana ya ku wan kiriye dide? 32 Gava ew wan dibin goristanê, Nobedariya gora wan tê kirin. 33 Axa geliyan li wan şîrîn tê. Herkes li pey wî diçe Û kesên li pêşiya wî çûne bêhejmar in. 34 “Hûn çawa bi gotinên pûç min teselî dikin? Ya ku ji bersivên we dertê, tenê nerastî ye.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey