Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 20 - Kurmanji Încîl


Sofarê Naemayî

1 Sofarê Naemayî lê vegerand û got:

2 “Fikrên min dikin ku ez bersivê bidim, Ji ber vê yekê kelecana min pir e.

3 Erzşikandina ku min rezîl dike, hat guhê min, Ruhekî ji fêmdariya min zêdetir bersiva min dide.

4 “Gelo tu vê yekê ji berê ve nizanî? Ji dema ku mirov li ser dinyayê hat danîn,

5 Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.

6 Bejna wan bigihîjin ezmanan, Serê wan li ewran jî bikevin,

7 Wê heta hetayê tune bibin, wekî pîsîtiya xwe. Kesên ew dîtine, wê bêjin: ‘Ew li ku ne?’

8 Wê wekî xewnekê bifirin û careke din neyên dîtin, Wê wekî dîtiniyeke şevê bên qewitandin.

9 Çavên ku ew dîtine, wê careke din nebînin, Cihê lê mane, wê êdî lê nenêrin.

10 Wê kurên wî destên xwe ji kerema belengazan re vekin, Wê mal û milkê wî bi destê xwe vegerînin.

11 Hestiyên xeraban ên ku tije xortanî bûn, Wê bi xortaniya wan re di bin axê de razin.

12 “Tevî ku xerabî di devê wan de şîrîn e Û di bin zimanê xwe de wê veşêrin jî,

13 Tevî ku ew biparêzin, bernedin Û di devê xwe de veşêrin jî,

14 Xwarina ku xwarine di zikê wan de tehl dibe, Li nav wan dibe jehra tîremaran.

15 Serwetên ku wan daqurtandiye, wê vereşin, Wê Xwedê wan ji zikê wan bavêje der.

16 Wê jehra koremaran bimijin, Wê zimanê tîremaran wan bikuje.

17 Wê çem û newalan nebînin Ku bi hingiv û nivişkê diherikin.

18 Bêyî ku daqurtînin, wê berê keda xwe vegerînin, Wê bi qezenca bazirganiya xwe şa nebin.

19 Çimkî wan belengaz şikandin û tenê hiştin, Wan xaniyên ku ava nekiribûn bi zorê standin.

20 “Ji têrnexwariyê rihetiya wan tuneye, Ji çavnebariya wan tu tişt nafilite.

21 Ji sifreya wan tiştek nema, Loma wê qenciya wan berdewam neke.

22 Di nav firehiyê de jî wê tengasiyê bibînin, Wê her cure dijwarî bi ser wan de were.

23 Gava zikê wan têr bibe, Wê Xwedê hêrsa xwe ya dijwar bi ser wan de bişîne, Wê xezebê li ser wan bibarîne.

24 Wê ji çekê hesinî birevin, Wê tîrê tûncî bedena wan qul bike.

25 Gava ew tîr ji pişta xwe bikişînin, Wê serê wî yê birqok di ziravê wan re derkeve Û tirs û saw bi ser wan de were.

26 Ji bo xezîneyên wan her cure tarîtî amade ye, Agirê ku tu kesî geş nekir, wê wan daqurtîne. Tiştên ji konê wan mane wê xera bibin.

27 Wê ezman neheqiya wan eşkere bike, Wê erd li dijî wan rabe.

28 Wê hebûna mala wan bibe malê talanê Û di roja xezeba wî de bi lehiyê re here.

29 Para xeraban ji Xwedê ev e, Li gorî gotina Xwedê, ev e mîrasa wan.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan