Eyûb 2 - Kurmanji ÎncîlCeribandina diduyan 1 Rojeke din, gava hebûnên ezmanî hatin pêşberî Xudan, Îblîs jî bi wan re hat pêşberî wî. 2 Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.” 3 Xudan got: “Gelo te baş dêhna xwe da Eyûb? Çimkî li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye, mirovekî kamil û dilrast e. Ew ji Xwedê ditirse û xwe ji xerabiyê dûr dixe. Te kir ku ez beredayî wî tune bikim. Lê dîsa jî bi kamiliya xwe tevgeriya.” 4 Îblîs li Xudan vegerand û got: “Di ber can de can, mirov ji bo canê xwe her tiştî dide. 5 Lê niha tenê destê xwe dirêj bike û li xwîn û goştê wî bixe, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.” 6 Xudan ji Îblîs re got: “Baş e. Her tiştê wî di destê te de ye. Lê dest nede canê wî.” 7 Îblîs ji hizûra Xudan çû û ji serî heta binî di bedena Eyûb de kunêrên xerab derxistin. 8 Eyûb perçeyek ji dîzikê hilda ku kunêrên xwe bixurîne. Ew di nav xweliyê de rûniştibû. 9 Jina wî jê re got: “Tu hê jî bi kamiliya xwe tevdigerî? Çêrî Xwedê bike û bimire.” 10 Eyûb ji jina xwe re got: “Jinên ehmeq çawa diaxivin tu jî wisa diaxivî. Emê qenciyê ji Xwedê qebûl bikin û xerabiyê qebûl nekin?” Di tevahiya van tiştan de, guneh bi lêvên Eyûb nebû. Sê heval 11 Gava sê hevalên Eyûb, Êlîfazê Têmanî, Bîldadê Şûahî û Sofarê Naemayî, hemû xerabiya hatiye serê Eyûb bihîst, her yek ji cihê xwe rabû, li hev kir û da rê. Ji bo ku wî aş û teselî bikin, wan biryar da ku herin ba wî. 12 Wan ji dûr ve ew nas nekir. Bi dengê bilind giriyan, xiftanên xwe çirandin û xwelî li serê xwe kirin. 13 Heft roj û heft şevan pê re li erdê rûniştin û kesî tiştekî jê re negot. Çimkî wan didît ku êşa wî çiqas giran e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey