Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 19 - Kurmanji Încîl


Eyûbê Pêxember

1 Eyûb lê vegerand û got:

2 “Gelo hûnê heta kengê min aciz bikin Û bi gotinan min biperçiqînin?

3 Deh caran we ez rezîl kirim, Hûn şerm nakin wisa min diêşînin.

4 Heke ji rê averê bûbim jî, Ev sûcê min e.

5 Heke hûn bi rastî xwe li ser min mezin dikin Û şerma min dikin doza li dijî min,

6 Bizanibin ku Xwedê neheqî li min kiriye Û bi tora xwe ez pêçame.

7 “Ez diqîrim: ‘Ev zordarî ye!’ Lê tu kes bersivê nade, Ez dikim hewar, lê edalet tuneye.

8 Wî riya min sinc kiriye, Ez nikarim derbas bibim, Li ser riya min tarî raxistiye.

9 Rûmeta min ji min êxistiye Û taca serê min hildaye.

10 Wî ji her aliyî ve ez hilweşandime, ez tune bûm, Wî hêviya min wekî darekê ji kokê rakiriye.

11 Wî hêrsa xwe li dijî min rakiriye Û min ji dijminên xwe dihesibîne.

12 Leşkerên wî tev bi hev re hatine, Li dijî min pal ava kirine Û li derdora konê min artêşgeh danîne.

13 “Wî birayên min ji min dûr kirine, Nasên min, wekî ez xerîb im tevdigerin.

14 Merivên min ez berdame, Hevalên min jî ez ji bîr kirime.

15 Mêvanên min û keçên xizmetkar, Min xerîb dihesibînin. Ez di çavê wan de bûme biyanî.

16 Ez gazî xulamê xwe dikim, bersiv nade, Bi devê xwe ez jê lava dikim.

17 Hilma min ji bo jina min dilqelêq e, Bîzê birayên min ji min diçe.

18 Zarokên biçûk jî min kêm dibînin, Gava ez rabim, tinazên xwe bi min dikin.

19 Bîzê hemû dostên min ji min diçe, Kesên ji wan hez dikim, rûyê xwe ji min zivirandine.

20 Hestiyên min bi goşt û çermê min ve dizeliqin, Ez ji keviya mirinê filitîm.

21 “Hevalno! Li min werin rehmê, Li min werin rehmê, destê Xwedê li min ketiye.

22 Çima hûn jî wekî Xwedê didin pey min, Hûn ji goştê min têr nabin?

23 “Xwezî gotinên min bihatana nivîsandin, Xwezî bibûna nivîs.

24 Bi pênûsa hesin û risasî, Ji bo herheyî, li zinaran bihatana kolandin.

25 Ez dizanim ku rizgarkarê min zindî ye, Wê di dawiyê de li ser erdê bisekine.

26 Piştî çermê min tune bibe, Ezê bi bedena xwe Xwedê bibînim.

27 Ezê bi xwe wî bibînim, Wê çavên min wî bibînin, ne yekî din. Dilê min li nav min xayîs dibe.

28 Heke hûn bêjin: ‘Divê em wî biqewitînin, Koka meseleyê tê de ye,’

29 Wî çaxî divê hûn ji şûr bitirsin, Çimkî cezayê şûr bi xezebê tê Û hûnê bizanibin edalet heye.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan