Eyûb 17 - Kurmanji Încîl1 “Ruhê min êşiya û rojên min tefiyan, Goristan li benda min e. 2 Tinazkaran bi rastî dor li min pêçane Û çavê min li ser kêmdîtinên wan e. 3 “Xwedêyo bi xwe bibe kefîlê min! Gelo kî heye dest bavêje min? 4 Madem te dilê wan ji serwextiyê re girt, Loma tê wan bilind nekî. 5 Kesê ji bo mal û milk bêje: ‘Hevalno!’ Wê roniya çavên kurên wî tarî bibe. 6 “Xwedê ez kirim pêkenokê gelan, Mirov tifî rûyê min dikin. 7 Çavê min ji kederê qels bû, Hemû endamên bedena min bûn wekî siyekê. 8 Dilrast li vê yekê şaş dibin Û bêsûc li dijî xwedênenasan radibin. 9 Kesên rast ji riya xwe averê nabin, Kesên destpak her ku diçe hêzdartir dibin. 10 “Lê hûn hemû dîsa werin! Ezê di nav we de şehreza nebînim. 11 Rojên min derbas bûn, Pîlan û hêviyên dilê min şikestin. 12 Hûn şev dikin roj û dibêjin: ‘Ronahî nêzîkî tariyê ye.’ 13 Heke ez li benda diyarê miriyan bim ku bibe mala min Û min nivîna xwe li tariyê raxistibe, 14 Heke ji çalê re bêjim: ‘Tu bavê min î’ Û ji kurmekî re: ‘Diya min’ an ‘Xwişka min,’ 15 Wî çaxî wê hêviya min li ku be? Wê kî bikaribe hêviya min bibîne? 16 Gelo wê hêvî bikeve diyarê miriyan? Emê bi hev re herin binê axê?” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey