Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 16 - Kurmanji Încîl


Eyûbê Pêxember

1 Eyûb lê vegerand û got:

2 “Min gelek tiştên wiha bihîstin, Hûn hemû teselîkarên xerab in.

3 Gelo dawiya gotinên vala tuneye? Derdê te çi ye ku tu berdewam dikî?

4 Heke hûn di cihê min de bûna, Min jî dikaribû wekî we bigota. Min dikaribû gotinên xweş li dijî we rêz bikira Û bi tinazan ji we re serê xwe bihejanda.

5 Min dikaribû bi devê xwe hûn wêrek bikira, Bi teselîkirina lêvên xwe hûn aram bikira.

6 “Heke ez bêjim, êşa min rihet nabe, Ez bêdeng bimînim, wê çiqas kêm be?

7 Ya Xwedê! Te êdî ez westandim, Te hemû civaka min tune kir.

8 Te ez tarûmar kirim Û ev ji min re şahidiyê dike. “Erê qelsiya min jî li dijî min rabû Û li rûyê min şahidiyê dike.

9 Xwedê bi hêrsa xwe ez perçe kirim, Wî kîna xwe li dijî min rakir. Wî diranên xwe li dijî min qirçandin, Dijberê min, awirên çavan dide min.

10 Mirov devên xwe li dijî min vekirin, Li rûyê min dixin, min kêm dibînin Û li dijî min dicivin.

11 Xwedê min dide destê neheqan Û teslîmê xeraban dike.

12 Ez bêxem bûm, wî ez şikandim, Bi stûyê min girt û ez tarûmar kirim. Wî ez ji bo xwe kirim nîşan

13 Û tîravêjên wî dor li min dipêçin. Bêrehm gurçikên min qul dikin Û ziravê min dirijînin erdê.

14 Bedena min gelek caran qulqulî dikin, Wekî şervanekî bi ser min de dilezînin.

15 “Min çûxek dirût û avêt ser xwe, Min hêza xwe xist bin axê.

16 Ji girînê rûyê min soromoro bû, Şevereş hate ser bijangên min,

17 Lê destên min zordarî nekiriye Û duaya min pak e.

18 “Erdo! Xwîna min veneşêre, Bila hewara min negihîje dawiya xwe.

19 Ji niha ve jî şahidê min li ezmanan e, Yê ku ji bo min şahidiyê dike li jor e.

20 Hevalên min tinazên xwe bi min dikin, Çavên min ji Xwedê re hêsiran dibarînin

21 Ku Xwedê li doza xwe û kurekî mirovan binêre, Wekî mirov ji bo cîranê xwe dike.

22 “Çimkî çend sal paşê, Ezê berê xwe bidim riya bêveger.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan