Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Eyûb 14 - Kurmanji Încîl

1 “Mirov ji jinekê tê dinyayê, Paşê rojên wî kêm in û tije derd in.

2 Ew wekî kulîlkan vedibe û diçilmise, Wekî siyê difilite û diçe.

3 Tu çavê xwe davêjî ser yekî wisa Û ji bo dîwana li dijî te min tînî?

4 Kî dikare ji qirêjiyê tiştekî paqij derxe? Tu kes nikare!

5 Madem rojên wî hatine kifşkirin, Hesabê mehên wî di destê te de ye Û te sînorên ku ew nikare ji wan derkeve kifş kirin,

6 Loma çavê xwe ji ser wî bide alî. Çawa kesekî bi destheq dixebite, Bila ew ji rojên xwe razî be.

7 “Çimkî ji bo darekê hêvî heye, Bê birîn jî, dîsa zîl dide Û wê şaxên wê kêm nebin.

8 Tevî ku koka wê di erdê de pîr dibe Û qurmê wê di axê de dirize jî,

9 Gava ew bêhna avê distîne şîn dibe, Wekî şînahiya nû şax dide.

10 Lê mirov dimire û tune dibe, Mirovê hilma xwe ya dawî daye, li ku ye?

11 Çawa ku ava golekê diqede Û rûbar ziwa û hişk dibe,

12 Mirov jî wisa radize û ranabe, Heta ezman tune bibe, ew hişyar nabe Û ji xewê nayê rakirin.

13 “Xwezî te ez li diyarê miriyan veşartama, Heta hêrsa te derbas dibû, tê ez li wir bihewandama, Tê dem bida min û wê gavê tê ez bi bîr bianîyama.

14 Gelo mirov bimire dîsa dijî? Heta hemû rojên nobeta min biqedin û biguherin, Ezê bi hêvî bisekiniyama.

15 Tê gazî bikira, minê bersiva te bida, Tê bêriya karên destê xwe bikira.

16 Tê gavên min bihejmarta Û li gunehên min mêze nekira.

17 Tê gunehê min bikira kîsekî û mor bikira, Tê li ser xerabiya min binixamta.

18 “Lê çiya dikeve û hildiweşe Û zinar ji cihê xwe tê rakirin,

19 Av keviran hilû dike Û lehî axa erdê radike û bi xwe re dibe, Tu bi vî awayî hêviya mirovan tune dikî.

20 Tu herdem wî têk dibî û ew winda dibe û diçe, Tu rûyê wî diguherînî û dûr dixî.

21 Kurên wî bigihîjin rûmetê jî, wê pê nizanibe, Ew kêm bibin jî, wê haya wî jê nebe.

22 Ew tenê êşa canê xwe dizane Tenê ji bo xwe şînê dike.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan