Eyûb 13 - Kurmanji Încîl1 “Va ye, çavê min tevahiya van tiştan dît, Guhê min bihîst û min fêm kir. 2 Tişta hûn dizanin, ez jî dizanim, Ez ji we ne kêmtir im. 3 Lê ez dixwazim bi Karîndar re bipeyivim, Ez dixwazim doza xwe li ber Xwedê vekim. 4 Lê hûn bi derewan diseyînin, Hûn hemû hekîmên bêkêr in. 5 Xwezî we qet dengê xwe nekira! Wê ev ji bo we bibûya şehrezayî. 6 Niha giliyê min bibihîzin, Guhdariya gazinên lêvên min bikin. 7 Gelo hûnê ji devê Xwedê neheqiyê bêjin? Bi navê wî bi hîle bêjin? 8 Gelo hûnê meyla wî bikin? Hûnê ji devê Xwedê dozê vekin? 9 Ew we bikişîne pirsê, wê baş be? Yan jî çawa mirov tên xapandin, Hûnê wî jî bixapînin? 10 Heke hûn bi dizî ferq û meyliyê bikin, Wê esse erzê we bişikêne. 11 Gelo wê rewnaqiya wî we nebizdîne? Sawa wî bi ser we de neyê? 12 Rêgezên we meselokên xweliyê ne, Hincetên we ji heriyê ne. 13 “Hiş bin, bihêlin ez bêjim, Çi tê serê min, bila bê. 14 Jiyana min bikeve xeterê jî bila be, Ezê canê xwe bixim kefa destê xwe. 15 Va ye min bikuje jî, wê hêviya min jê be, Qet nebe, ezê rastiya riya xwe li hizûra wî biparêzim. 16 Wê rizgariya min ev bibe: Mirovekî xwedênenas dernekeve hizûra wî. 17 Baş guh bidin gotina min, Bila ji guhê we dernekeve peyva min. 18 Va ye min doza xwe saz kir, Ez zanim ezê mafdar derkevim. 19 Gelo wê kî berberiya min bike? Heke hebe ezê bêdeng bim û bimirim. 20 “Tenê van du tiştan bide min, Wî çaxî ezê xwe ji hizûra te veneşêrim. 21 Destê xwe ji ser min bide alî, Bila sawa te min nebizdîne. 22 Paşê gazî min bike, ez bersivê bidim, An bihêle ez bipeyivim, tu bersiva min bide. 23 Neheqî û gunehên min çiqas in? Guneh û neheqiyên min nîşan bide. 24 Ji bo çi rûyê xwe vedişêrî Û min wekî dijmin dibînî? 25 Tê pelê ku ba bi xwe re dibe bitirsînî Û bidî pey pûşê ziwa? 26 Çimkî tu tiştên tehl li dijî min dinivîsî Û gunehên xortaniya min bi milkî didî min. 27 Tu lingên min qeyd û lele dikî, Çavdêriya hemû riyên min dikî Û çavê te li ser binê piyê min e. 28 “Loma kesek telef dibe, Wekî tiştê riziyayî û cilê bizûzxwarî ye. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey