Eyûb 10 - Kurmanji Încîl1 “Dilê min ji jiyana min dixele, Ezê gazina dilê xwe serbest bihêlim Û bi êşa canê xwe bêjim. 2 Ezê ji Xwedê re bêjim: ‘Min sûcdar dernexe, Eşkere bike tu çima li dijî min î? 3 Ma li xweşa te diçe, tu zordariyê dikî, Keda destê xwe kêm dibînî Û bi keremdarî li şêwra xeraban dinêrî? 4 Gelo çavên te çavên beşeran in? Yan tu wekî mirovan dibînî? 5 Rojên te wekî rojên mirovan, Salên te wekî salên zilaman in? 6 Ma tu li sûcê min digerî? Li gunehê min dikolî? 7 Lê belê tu dizanî ku ez ne sûcdar im Û tu kesê ku min ji destê te rizgar bike tuneye. 8 “‘Destên te şikil dan min û ez afirandim. Lê tu niha min helak dikî? 9 Ji kerema xwe bi bîr bîne, Te wekî gilê şikil da min. Gelo tê careke din min bişînî axê? 10 Gelo te ez wekî şîr nerijandim, Te wekî penîr ez ziwa nekirim? 11 Te goşt û çerm li min kir, Bi hestî û damaran ez honandim. 12 Te jiyan û dilovanî dan min, Xweyîkirina te ruhê min parast. 13 “‘Lê ez armanca te dizanim. Tiştên te di dilê xwe de veşartin ev in. 14 Heke ez guneh bikim, tu çavdêriya min dikî Û min bêsûc dernaxî. 15 Heke ez sûcdar bim, wey li halê min, Jixwe ez mafdar jî bim, nikarim serê xwe rakim. Çimkî ez şermezar im Û tengezariya xwe dibînim. 16 Heke ez serê xwe rakim, tê wekî şêrekî nêçîra min bikî Û karê xwe yê erjeng dîsa nîşanî min bidî. 17 Tê li dijî min şahidên nû derxî, Hêrsa xwe li min zêde bikî Û artêşên te ref bi ref bidin pey min. 18 “‘Gelo te çima ez ji zikê dayikê derxistim? Xwezî min hilma xwe ya dawî bida Û çavê kesî ez nedidîtama. 19 Ezê wisa bûma, wekî ez çênebûme, Wê ez ji zikê dayikê bibirama gorê. 20 Gelo rojên min ne li ber qedandinê ne? Min berde, piçekî şahiyê bibînim. 21 Beriya ez herim wê dera bêveger, Wî diyarê tarî û siya mirinê, 22 Diyarê tarî yê taristana kûr, Diyarê bêpergal û siya mirinê, Li dera ku li wir ronahî jî taristana kûr e.’” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey