Eyûb 1 - Kurmanji ÎncîlEyûbê Pêxember û malbata wî 1 Li welatê Ûsê zilamekî bi navê Eyûb hebû. Ew mirovekî kamil û dilrast bû. Ji Xwedê ditirsiya û xwe ji xerabiyê dûr dixist. 2 Heft kur û sê keçên wî hebûn. 3 Heft hezar pezên wî, sê hezar deveyên wî, pênc sed cot gayên wî, pênc sed kerên wî û gelek zêde xulamên wî hebûn. Li rojhilat, mirovê herî mezin ew bû. 4 Kurên wî bi dorê li malên xwe ziyafet didan. Wan qasid dişandin û gazî xwişkên xwe dikirin ku werin û bi wan re bixwin û vexwin. 5 Gava rojên ziyafetê diqediyan, Eyûb gazî wan dikir û bi vî awayî ew pîroz û paqij dikirin. Ew serê sibê zû radibû, li gorî hejmara zarokên xwe qurbanên şewitandinê pêşkêş dikir û digot: “Belkî zarokên min guneh kiribin û di dilê xwe de çêrî Xwedê kiribin.” Eyûb hergav wiha dikir. Ceribandina pêşî 6 Rojekê hebûnên ezmanî hatin ku derkevin pêşberî Xudan û Îblîs jî bi wan re hat. 7 Xudan ji Îblîs re got: “Tu ji ku têyî?” Îblîs ji Xudan re got: “Ez ji gera dinyayê têm, li vir û li wir digeriyam.” 8 Xudan jê re got: “Gelo te baş dêhna xwe da Eyûbê xulamê min? Çimkî li dinyayê mirovekî wekî wî tuneye, mirovekî kamil û dilrast e. Ew ji Xwedê ditirse û xwe ji xerabiyê dûr dixe.” 9 Îblîs bersiva Xudan da û got: “Gelo Eyûb beredayî ji Xwedê ditirse? 10 Ma te ew, mala wî û her tiştê wî ji her alî ve sinc nekir? Te karên destê wî bereket kirin. Hebûna wî li welêt zêde bû. 11 Lê tu destê xwe dirêj bikî û li hemû tiştên wî bixî, wî çaxî wê li ber te jî çêrî te bike.” 12 Xudan jê re got: “Baş e. Her tiştê wî di destê te de ye, lê dest nede wî.” Îblîs ji hizûra Xudan rabû û çû. 13 Rojekê, gava kur û keçên wî li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin, 14 qasid hat ba Eyûb û got: “Gava ga cot dikirin û ker jî li ba wan diçêriyan, 15 Sebayî bi ser wan de hatin û ew birin. Wan xulam jî dan ber şûran. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.” 16 Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Agirê Xwedê ji ezmanan ket, wî pez û xulam şewitandin û daqurtandin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.” 17 Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kildaniyan bi sê yekîneyan êrîşî ser deveyan kir, ew birin. Wan xulam dan ber şûran. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.” 18 Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Kurên te û keçên te li mala birayê xwe yê mezin xwarin dixwarin û şerab vedixwarin 19 û va ye, bahozeke mezin ji aliyê din ê beriyê ve rabû û li her çar aliyên malê xist. Mal bi ser xortan ve ket û ew mirin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.” 20 Eyûb rabû, xiftanê xwe çirand û porê xwe kur kir. Ew ket erdê û perizî 21 û got: “Ez tazî ji zikê diya xwe ketim, Ezê tazî vegerim. Xudan da, Xudan stand. Bila navê Xudan pîroz be.” 22 Di tevahiya van tiştan de Eyûb guneh nekir û Xwedê sûcdar nekir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey