Ester 9 - Kurmanji ÎncîlSerketina Cihûyan 1 Ev fermana padîşah, wê di roja sêzdehê meha duwanzdehan ku dibe meha Adarê de pêk bihata. Dijminên Cihûyan wê rojê hêvî dikirin ku zora Cihûyan bibin, lê dem û dewran guherî û Cihû zora wan kesan birin ku ji wan nefret dikirin. 2 Cihû, ji bo ku dest bavêjin wan kesên ku dixwestin wan tune bikin, li bajarên hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah li hev civiyan. Tu kesî nikaribû xwe li ber wan ragire, ji ber ku tirsa wan ketibû ser hemû miletan. 3 Tevahiya serekên herêman, setrabên padîşah, walî û karmendên padîşah, ji ber ku ji Mordexay ditirsiyan, piştevaniya Cihûyan kirin. 4 Êdî Mordexay li qesrê kesekî mezin bû. Nav û dengê wî li seranserê herêman belav dibû. Her ku diçû, hêza wî mezin dibû. 5 Cihûyan hemû dijminên xwe dan ber şûran, kuştin û tune kirin. Tişta ku wan xwest, anî serê wan kesên ku ji wan nefret dikirin. 6 Cihûyan li qesra Sûsayê pênc sed kesî kuştin û helak kirin. 7 Wan deh kurên Hamanê kurê Hammedatay jî kuştin ku neyarê Cihûyan bû. Navê wan ev bûn: Parşandata, Dalfon, Aspata, 8 Porata, Adalya, Arîdata, 9 Parmaşta, Arîsay, Arîday û Wayzata. 10 Lê Cihûyan dest neda talanê wan. 11 Wê rojê hejmara kesên ku li qesra Sûsayê hatin kuştin, ji padîşah re hat gotin. 12 Padîşah ji Estera Şahbanû re got: “Cihûyan li qesra Sûsayê pênc sed kesî û deh kurên Haman kuştin û helak kirin. Kî dizane niha li herêmên min ên din çi kirine! Tu çi dixwazî? Wê ji te re bê dayîn. Daxwazeke te ya din heye? Bêje, wê bê kirin.” 13 Esterê got: “Heke bi dilê padîşah be, bila Cihûyên li Sûsayê, fermana te ya îro sibê jî pêk bînin. Bila cendekên her deh kurên Haman jî bên daleqandin.” 14 Padîşah emir kir ku ev daxwaz pêk bên. Li Sûsayê ferman hat derxistin û cendekên deh kurên Haman hatin daleqandin. 15 Cihûyên li Sûsayê, di roja çardehê meha Adarê de jî li hev civiyan û li Sûsayê sê sed kesên din jî kuştin. Lê dest nedan talanê wan. 16 Cihûyên din ên li herêmên padîşahiyê rûdiniştin ji bo parastina canên xwe li hev civiyan. Ji bo ku xwe ji dijminên xwe rizgar bikin, heftê û pênc hezar kesên ku ji wan nefret dikirin kuştin. Lê belê dest nedan talanê wan. 17 Ev yek di roja sêzdehê meha Adarê de çêbû û di roja çardehan de ew rihet bûn. Wê rojê kirin roja şahî û kêfxweşiyê. 18 Cihûyên li Sûsayê jî di rojên sêzdeh û çardehan de li hev civiyan û di roja panzdehan de rihetî kirin. Wê rojê kirin roja şahî û kêfxweşiyê. 19 Ji ber vê yekê Cihûyên gundî, yên ku li bajarên bêsûr dijiyan, çardehê meha Adarê wek roja şahî û kêfxweşiyê pîroz dikin û xwarinê pêşkêşî hev dikin. Rê û rêbazên pîrozkirina Cejna Pûrîmê 20 Mordexay ev tişt dan nivîsandin û ji hemû Cihûyên ku dûr û nêzîk li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah rûdiniştin re name şandin. 21 Wî li wan emir kir ku her sal di roja çardeh û panzdehê meha Adarê de pîrozbahiyan bikin. 22 Ji ber ku wan rojan, Cihû ji dijminên xwe rizgar bûne û di wê mehê de kul û kederên wan bûne şahî, şînên wan bûne kêfxweşî. Mordexay nivîsî ku wan rojan bikin rojên şahiyan, xwarinê bidin hev û diyariyan pêşkêşî hejaran bikin. 23 Cihûyan fermana Mordexay pejirandin. Çawa dest bi şahiyên xwe kirin, wisa jî berdewam kirin. 24 Sedema vê yekê ew bû ku dijminê hemû Cihûyan Hamanê kurê Hammedatayê Agagî fen û fût kiribû ku wan helak bike. Wî pûr, ango pişk avêtibû ku wan biperçiqîne û têk bibe. 25 Lê gava padîşah bi van fen û fûtan hesiya, bi nivîskî ferman da ku ew fenên xerab ên ku Haman ji bo Cihûyan amade kiribûn, bên serê wî. Herwiha wî emir kir ku tevî kurên xwe bê daleqandin. 26 Ji ber vê yekê li gorî peyva “pûr” ji wan rojan re “Pûrîm” hat gotin. Ji ber ku hemû gotinên vê nameyê û tiştên hatin serê wan, 27 Cihûyan qebûl kir ku her sal wekî ku hatiye nivîsandin di wextê xwe de, di van herdu rojan de pîrozbahiyan bikin. Ev adet wê ji bo wan, ziriyeta wan û ji bo wan kesên ku tevli Cihûyan bibin jî derbas bibûya. 28 Bi vî awayî wê ev rojên hanê li her herêmê, li her bajarî û di nav her malbatê de, nifş bi nifş bihata bibîranîn û pîrozkirin. Wê ev rojên Pûrîmê di nava Cihûyan de nehatana betalkirin. Herwiha wê pîrozkirina van rojan di nava ziriyeta wan de tu caran nehata jibîrkirin. 29 Estera şahbanûya keça Avîhayîl bi Mordexayê Cihû re, nameyeke diduyan a derbarê Pûrîmê de bi desthilatiyeke xurt nivîsand. 30 Wan ji tevahiya Cihûyan re ku li sed û bîst û heft bajarên padîşahiya Ahaşwêroş diman, nameyên aştî û ewlehiyê şandin 31 ku rojên diyarkirî yên Pûrîmê erê bikin. Gel, li gorî fermana Mordexayê Cihû û Estera Şahbanû kir. Wan bi xwe jî, ji bo xwe û ziriyeta xwe biryar dabû ku şînê bikin û rojiyê bigirin. 32 Li ser Pûrîmê fermana Esterê hat erêkirin û qeydkirin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey