Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ester 8 - Kurmanji Încîl


Cihû rizgar dibin

1 Wê rojê Ahaşwêroşê Padîşah mal û milkên Hamanê neyarê Cihûyan da Estera Şahbanû. Mordexay jî li hizûra padîşah hat qebûlkirin, çimkî Esterê gotibû ku ew pismamê wê ye.

2 Padîşah gustîla morê ku ji Haman standibû, ji tiliya xwe derxist û da Mordexay. Esterê, Mordexay danî ser mal û milkê Haman.

3 Esterê careke din xwe avêt ber lingê padîşah, giriya û jê lava kir ku ew, xerabî û fena ku Hamanê Agagî dixwest ji bo Cihûyan bike, ji holê rake.

4 Padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêjî Esterê kir. Ester jî rabû ser xwe û li ber padîşah sekinî.

5 Jê re got: “Heke bi dilê padîşah be, qedrê min li ba wî hebe, ev yek di çavê wî de rast be û dilê wî bi min ve be, bila fermanekê binivîse. Li gorî vê fermanê bila nameyên Hamanê Hammedatayê Agagî ku ji bo helakirina Cihûyên li hemû bajarên padîşah nivîsandibû bên betalkirin.

6 Ezê çawa debar bikim gava xerabiyek bi serê gelê min de bê? Ezê çawa debar bikim gava bibim şahida kuştina gelê xwe?”

7 Ahaşwêroşê Padîşah ji Estera Şahbanû û Mordexayê Cihû re got: “Binêrin, min mal û milkê Haman da Esterê û ji ber ku dixwest Cihûyan tune bike, min ew daleqand.

8 Lê belê kesek nikare fermana padîşah betal bike ku bi gustîla wî hatiye morkirin. Loma jî hûn çawa baş dibînin wisa bikin, bi navê padîşah li ser meseleya Cihûyan binivîsin û bi gustîla min mor bikin.”

9 Li ser vê yekê di roja bîst û sisêyê meha Sîvanê ku dibe meha sisêyan, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Her tiştê ku Mordexay emir kir, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li setraban, li walî û serekên herêman ên ku li sed û bîst û heft herêman diman re name hatin nivîsandin. Ji her herêmê re li gorî nivîsîna wan û ji her gelî re bi zimanê wan hat nivîsandin. Ji Cihûyan re jî bi ziman û nivîsîna wan hat nivîsandin.

10 Mordexay name bi navê Ahaşwêroşê Padîşah nivîsandin, bi gustîla padîşah mor kirin û bi riya qasidên siwarên hespên beza yên padîşah hatibûn amadekirin, şandin her derê.

11 Di van nameyan de padîşah destûr da Cihûyan ku li her bajarî, di roja sêzdehê meha Adarê de ku dibe meha duwanzdehan, li tevahiya herêmên Ahaşwêroşê Padîşah bicivin

12 û kesên ku êrîşî wan, êrîşî jin û zarokên wan bikin, çi nifş, çi gelê herêmên ku çekdar in, bila tune bikin, bikujin, helak bikin û malên wan talan bikin.

13 Nivîsên vê fermana ku li hemû bajaran ji her miletî re hatin ragihandin, di cihê qanûnan de bû. Bi vî awayî Cihû, wê di roja diyarkirî de, ji bo heyfa xwe ji dijminên xwe bistînin amade bibûna.

14 Qasidên li hespên beza yên padîşah siwar bûn, bi fermana wî bi çargavî dane rê. Ev ferman ji qesra Sûsayê hatibû.

15 Mordexay bi cil û bergê padîşahiyê ku ji rengên spî û şînê tarî pêk hatiye, di serî de taceke mezin a zêrîn, bi xiftaneke tenik ê ji kitanê binevşî ji ba padîşah derket. Dengê şahî û kêfxweşiyê ji bajarê Sûsayê bilind bû.

16 Êdî ji bo Cihûyan ronahî û kêfxweşî, şahî û rûmet hebû.

17 Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan