Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ester 7 - Kurmanji Încîl


Mirina Haman

1 Padîşah û Haman hatin ziyafeta Estera Şahbanû.

2 Roja diduyan, gava şerab vexwarin, padîşah careke din ji Esterê re got: “Tu çi dixwazî, Estera Şahbanû? Wê ji te re bê dayîn. Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re be.”

3 Estera Şahbanû wiha bersiv da: “Ya padîşahê min, heke qedrê min li ba te hebe û bi dilê te be, daxwaza min ew e ku tu canê min û gelê min bibexişînî.

4 Ji ber ku ez û gelê min, ji bo ku em bên tunekirin, kuştin û helakirin hatin firotin. Heke em wek xulam û xadiman bihatana firotin, minê dengê xwe nekira, çimkî ji bo tiştekî wiha, hewce nedikir ku padîşah bihata acizkirin.”

5 Ahaşwêroşê Padîşah ji Estera Şahbanû re got: “Ew kî ye ku diwêre karekî wiha bike, li ku ye ev zilam?”

6 Esterê got: “Ew neyar û dijminê me, va ye ev e! Hamanê xerab.” Li ber padîşah û şahbanûyê, sawê Haman girt û ew bizdiya.

7 Padîşah bi hêrs ji ser sifreya ziyafetê rabû û çû bexçeyê qesrê. Haman li hundir ma ku ji Estera Şahbanû bexişandina canê xwe bixwaze. Çimkî ew pê hesiyabû ku padîşah biryara tunekirin wî daye.

8 Gava padîşah ji bexçeyê qesrê vegeriya, dît ku Haman xwe avêtiye ber sedra ku Ester li ser rûdine. Li ser vê yekê padîşah qîriya: “Evê di mala min de dest bavêje jina min jî?” Hema wê gavê rabûn serçavê Haman nixamtin û birin.

9 Harbonayê ku yek ji axayê harema padîşah bû wiha got: “Binêrin, Haman ji bo Mordexayê ku jiyana padîşah rizgar kiriye daleqîne, darê pêncî gazî daçikandiye û dar li ber deriyê wî amade ye.” Padîşah got: “Bila Haman bi wî darî ve bê daleqandin.”

10 Bi vî awayî Haman bi darê ku ji bo Mordexay amade kiribû ve hat daleqandin. Bi vê yekê re hêrsa padîşah jî kêm bû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan