Ester 6 - Kurmanji ÎncîlRûmetkirina Mordexay 1 Wê şevê xewa padîşah nehat û wî xwest ku nivîsên dîrokê jê re bînin. Anîn û li ber wî xwendin. 2 Ji qeydan kifş bû ku Mordexay giliyê du dergevanên berdestiyên padîşah Bîgtan û Tereşê nemêr kiribû. Çimkî wan şêwra kuştina Padîşah Ahaşwêroş kiribûn. 3 Padîşah got: “Ji ber vê kiryarê, Mordexay çawa hat rûmetkirin, çi xelat danê?” Xizmetkarên wî jê re got: “Tu tişt ji bo wî nehat kirin.” 4 Di vê navberê de padîşah got: “Ka binêrin kî li van dera heye?” Wê gavê Haman ketibû hewşa derve ya qesrê. Wî darekê daçikandibû û hatibû ku ji padîşah bixwaze Mordexay bi darê ve bê daleqandin. 5 Xizmetkaran ji padîşah re got: “Haman hatiye û li hewşê ye.” Padîşah got: “Bila were vir.” 6 Gava Haman hat, padîşah jê re got: “Ka bêje! Ji bo kesekî ku padîşah wî rûmetdar bike, divê em çi bikin?” Haman di dilê xwe de got: “Ma ji min pêve wê padîşah bixwaze kê rûmetdar bike?” 7 Haman wiha bersiv da: “Heke padîşah bixwaze yekî rûmetdar bike, 8 bila cil û bergên wî, hespê wî û taca padîşahiyê bînin. 9 Wan bidin destê serekên mezin ê padîşah. Bila ew serwer cil û bergan li wî mirovî bike, li hêsp siwar bike, li meydana bajêr bigerîne û bike gazî û bêje: ‘Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.’” 10 Padîşah ji Haman re got: “De ka rabe, li gorî gotina xwe cil û bergan û hêsp bîne, tiştên ku te gotin yek bi yek ji bo Mordexayê Cihû bike. Ew niha li ber dergehê padîşah e. Tu kêmahiyan di van gotinên xwe de nehêle.” 11 Haman rabû cil û berg û hesp hilda, cil û berg li Mordexay kir, ew li hêsp siwar kir û li meydana bajêr gerand. Diçû û dihat, dikir gazî: “Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.” 12 Mordexay vegeriya dergehê qesrê. Haman serê xwe nixamt û bi şermî ber bi malê ve lezand. 13 Tişta hat serê wî ji jina xwe Zereşê û dostên xwe re got. Jina wî Zereşê û şêwirmendên wî jê re got: “Ew Mordexayê ku tu li ber wî kêm ketî, heke ji gelê Cihûyan be, tê pê nikaribî. Bêguman tê li ber wî tune bibî û herî.” 14 Hê dema ku ew dipeyivîn, axayên harema padîşah hatin, bi lez û bez Haman birin ziyafeta Esterê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey