Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ester 5 - Kurmanji Încîl


Ester daxwaza xwe ji padîşah re dibêje

1 Di roja sisêyan de Esterê cil û bergên şahbanûtiyê li xwe kirin û li hewşa hundir a qesra padîşah, li ber odeya text sekinî. Padîşah jî li ser textê xwe yê ku li pêşberî deriyê ketinê rûniştibû.

2 Gava wî dît ku Estera Sahbanû li hewşê sekinî ye, dilê wî pê xweş bû û wî gopalê xwe yê zêrîn dirêjî wê kir. Ester nêzîk bû û destê xwe da serê gopêl.

3 Padîşah jê re got: “Te xêr e, Estera Şahbanû? Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re bê dayîn.”

4 Esterê ji padîşah re got: “Heke bi dilê padîşah be, bila padîşah tevî Haman keremke îro were ziyafeta ku ezê ji bo padîşah amade bikim.”

5 Padîşah got: “Ji bo em daxwaza Esterê pêk bînin, yekser gazî Haman bikin.” Padîşah û Haman çûn ziyafeta ku wê Ester bide.

6 Gava şerab vedixwarin, padîşah careke din ji Esterê re got: “De ka bêje, tu çi dixwazî? Wê ji te re bê dayîn. Daxwaza te çi ye? Heke tu bixwazî, wê nîvê padîşahiyê jî, ji te re be.”

7 Esterê got: “Hêvî û daxwaza min,

8 heke bi dilê padîşah bi min xweş be, bixwaze daxwazên min bi cih bîne, dîsa bila padîşah û Haman sibê keremkin bên ziyafeta ku ezê ji bo wan bidim. Wî çaxî ezê bersiva pirsa padîşah bidim.”


Hêrsa Haman

9 Haman wê rojê bi şahî û dilgeşî derket. Mordexay li ber dergehê qesrê bû, ji ber ku ew ranabû û rûmet nîşanî wî nade. Li ser vê yekê Haman gelekî hêrs bû.

10 Dîsa jî xwe ragirt û berê xwe da malê. Paşê wî gazî dostên xwe û jina xwe Zereşê kir.

11 Wî ji wan re behsa dewlemendiya xwe ya mezin, pirbûna kurên xwe û ji aliyê padîşah ve rûmetdana xwe kir. Behsa wê yekê kir ku çawa di nav serek û karmendan de, di ser hemûyan re tê dîtin.

12 Paşê Haman wiha berdewam kir: “Bi ser de Estera Şahbanû, ji bo ziyafeta ku dide, bi padîşah re tenê gazî min kir. Sibê jî bi tenê ezê bi padîşah re herim ziyafeta wê.

13 Heta ku ez Mordexayê Cihû li ber dergehê padîşah bibînim, tu qedrê van tiştan li ber çavê min namîne.”

14 Jina wî Zereş û hemû dostên wî jê re got: “Bila darekî ku pêncî gaz bilind e bê daçikandin û ji padîşah re bêje ku serê sibê Mordexay li wir bê daleqandin. Paşê bi dilekî rihet bi padîşah re here ziyafetê.” Ev pêşniyar bi dilê Haman bû û wî darê daleqandinê daçikand.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan