Ester 4 - Kurmanji ÎncîlMordexay ji Esterê alîkariyê dixwaze 1 Piştî ku Mordexay ji wan tiştan haydar bû, cilên xwe çirand, çûx li xwe kir û xwelî bi ser xwe de kir. Bi dengekî bilind kir qîrîn û hewar û nalîneke kûr çû nava bajêr. 2 Li ber dergehê qesrê sekinî. Ji ber ku kesekî çûx li xwe kiriye, nikaribû ji dergehê qesrê biketa hundir. 3 Li her herêma ku gotin û fermana padîşah gihîştê, Cihû ketin nav şîneke mezin, giriyan, rojî girtin û li xwe xistin. Gelek kesên ji wan çûx li xwe kirin û xwe li ser xweliyê gevizandin. 4 Keçik û axayên haremê yên Esterê hatin û behsa meselê jê re kirin. Estera Şahbanû gelekî xemgîn bû. Wê cil ji Mordexay re şandin ku lê bikin û çûx jê bêxin, lê wî qebûl nekir. 5 Li ser vê yekê Esterê gazî Hatak kir. Hatak xadimkirî bû ku padîşah xistibû xizmeta Esterê. Wê jê xwest ku here, sedema vê yekê ji Mordexay bipirse. 6 Hatak rabû çû meydana ku diçe ber dergehê qesrê ba Mordexay. 7 Mordexay her tiştê ku hatiye serê wî yek bi yek jê re got. Pereyê ku Haman ji bo helakirina Cihûyan bexşî xezîneya qesrê kiriye bêkêmahî jê re got. 8 Herwiha wî nûsxeyeke nivîseke li ser tunekirina Cihûyan da wî ku li Susayê hatiye belavkirin. Mordexay xwest ku ew kes wê nîşanî Esterê bide û li ser wê pê re biaxive. Mordexay dixwest Ester here ba padîşah û ji bo gelê xwe jê hêvî û lava bike. 9 Hatak çû û gotinên Mordexay ji Esterê re got. 10 Esterê ji Hatak re got ku vegere, ji Mordexay re wiha bêje: 11 “Hemû karmendên padîşah û miletên ku li herêmên wî rûdinin dizanin ku bêyî ku hatibe gazîkirin ji bo her kesê ku dikeve hewşa hundir a qesrê û nêzîkî padîşah dibe tenê rêzikek heye: Heta ku padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêj neke û canên wan nebexişîne, ew kes tên kuştin. Ev sî roj in ku ez jî, ji bo hizûra padîşah nehatime gazîkirin.” 12 Gava ev gotinên Esterê jê re hatin ragihandin, 13 Mordexay xwest ku ew vê bersivê ji Esterê re bibin: “Nefikire ji ber tu li qesra padîşah î, ji hemû Cihûyan tenê tê rizgar bibî. 14 Heke tu niha bêdeng bimînî, wê alîkarî û rizgariya Cihûyan ji cihekî din bê. Lê tu û mala bavê te, hûnê bi tevahî helak bibin. Dibe ku tu ji bo rojeke wisa bûyî şahbanû.” 15 Li ser vê yekê Esterê ev bersiv ji Mordexay re şand: 16 “Here û tevahiya Cihûyên li Sûsayê bicivîne, ji bo min rojiyê bigirin. Sê şev û sê rojan ne bixwin, ne jî vexwin. Ez û xizmetkarên xwe jî, emê rojî bigirin. Paşê tevî ku ne li gorî qanûnê ye jî, ezê herim ba padîşah. Ez bimirim jî, ne xem e.” 17 Mordexay ji wir çû û li gorî emrê Esterê her tiştî kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey