Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Ester 3 - Kurmanji Încîl


Şêwrên xerab ên Haman

1 Piştî van tiştan Ahaşwêroşê Padîşah, Hamanê kurê Hammedatayê Agagî anî ser karekî bilind û bi vî awayî ew rûmetdar kir. Wî ew ji tevahiya serekan mezintir kir.

2 Li ser emrê padîşah, hemû karmendên wî li ber dergehê padîşah, li ber Haman xwe ditewandin û xwe davêtin ber lingên wî. Lê Mordexay ne xwe tewand, ne jî xwe avêt ber lingên wî.

3 Xulamên padîşah ên li ber dergehê padîşah ji Mordexay re got: “Tu çima ji emrê padîşah derdikevî?”

4 Her çiqas wan her roj ev gotin ji Mordexay re gotin jî, wî guh neda wan. Li ser vê yekê behsa meselê ji Haman re kirin. Gotin gelo ka wê Mordexay li ser gotina xwe bisekine yan na? Çimkî Mordexay ji wan re gotibû ku ew Cihû ye.

5 Gava Haman dît ku Mordexay li ber wî xwe natewîne û xwe navêje ber lingên wî, xezeba wî rabû.

6 Haman qîma xwe tenê bi kuştina Mordexay neanî. Ji ber ku behsa gelê Mordexay jî jê re kiribûn, wî xwest ku tevahiya gelê Mordexay, ango hemû Cihûyên li seranserê padîşahiya Ahaşwêroş tune bike.

7 Di duwanzdeh saliya padîşahiya Ahaşwêroş de, di meha pêşî de ku meha Nîsanê ye, li pêş Haman, ji bo hilbijartinên roj û mehê Pûr –ku tê wateya pişkê– hat avêtin. Pişk li meha Adarê ket ku meha duwanzdehan e.

8 Haman ji Ahaşwêroşê Padîşah re wiha got: “Li hemû herêmên padîşahiya te de miletek heye ku di nav gelên din de belav bûye û ji wan cuda ye. Qanûnên wan, ji qanûnên hemû gelên din cudatir in û ew guh nadin qanûnên padîşah jî. Nabe ku padîşah wan di vê rewşê de bihêle.

9 Heke bi dilê padîşah be, bila fermanek bê derxistin ku bên helakirin. Ji bo ku bidin xezîneyê, ezê jî deh hezar telant zîv bidim karmendên padîşah.”

10 Li ser vê yekê padîşah gustîla xwe ya morê ji tiliya xwe derxist û da destê Hamanê kurê Hammedatayê Agagî ku dijminê Cihûyan e.

11 Padîşah ji Haman re got: “Pere ji bo te ye, tu çawa dixwazî, bi wî gelî bike.”

12 Di roja sêzdehê meha pêşî de, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Li gorî her tiştê ku Haman emir kir, bi nivîsîna her herêmê û bi zimanê her gelî ji setrabên padîşah, waliyên bajaran û serekên miletan re fermanek hat nivîsandin. Li ser fermanê, nav û mora Ahaşwêroşê Padîşah hebû.

13 Bi riya qasidan, ji tevahiya herêmên padîşahiyê re name hatin şandin. Di van nameyan de dihat fermankirin ku di roja sêzdehê meha Adarê de ku meha duwanzdehan e, ji Cihûyan çi zarok û mezin, çi jin û mêr herkes bê kuştin û helakirin û mal û milkên wan bên talankirin.

14 Wê nuxsayeke vê nameyê wekî ferman li tevahiya herêman bihata ragihandin ku herkes ji bo wê rojê amade bibe.

15 Qasid bi fermana padîşah re bi lez dan rê. Ferman li qesra Sûsayê hat derxistin. Padîşah û Haman rûniştin, bi hev re vedixwarin, lê bajarê Sûsayê şaş û metel mabû.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan