Ester 2 - Kurmanji ÎncîlEster dibe şahbanû 1 Piştî van tiştan, gava xezeba Ahaşwêroşê Padîşah danî, wî Waştî, kirina wê û biryara ku li ser wê dabû bi bîr anî. 2 Xizmetkarên padîşah ên berdest gotin: “Ji bo padîşah li keçikên ciwan û spehî bigerin. 3 Herwiha bila padîşah li hemû bajarên padîşahiya xwe karmendan peywirdar bike ku hemû keçikên ciwan û spehî bînin harema qesra Sûsayê, bin desthilatiya Hêgayê nemêr. Ji bo xemilandina wan her tiştê ku pêwist e, bila bidin wan. 4 Paşê ew keçika ku bi dilê padîşah e, bila ji dêla Waştiyê bibe şahbanû.” Ev gotin bi dilê padîşah bû û wî wisa kir. 5 Li Qesra Sûsayê Cihûyekî bi navê Mordexay hebû. Ew ji eşîra Binyamîn, kurê Yayîrê Şîmiyê Qîş bû. 6 Qîş yek ji wan kesan bû ku tevî Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, ji aliyê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê ve ji Orşelîmê hatibû sirgûnkirin. 7 Bi navê Hadassa dotmameke Mordexay hebû. Wî ew wek keça xwe mezin kiribû. Ji ber ku dê û bavê wê tunebû. Keçikeke pir bedew û delal bû. Navê wê ya din Ester bû. 8 Piştî ku emir û fermana padîşah belav bû, gelek keçik anîn Qesra Sûsayê û kirin bin berpirsiyariya Hêgay. Esterê jî anîbûn qesra padîşah û spartibûn Hêgayê berpirsiyarê haremê. 9 Hêgay Ester eciband û bala xwe zêdetir da ser wê. Ji bo xwarin û bedewiya wê, wî her tiştê ku lazim bû da wê. Herwiha wî ji qesra padîşah heft xizmetkarên bijare dan xizmeta wê. Wî Ester û xizmetkarên wê, li cihê herî xweş ê haremê bi cih kirin. 10 Esterê ne behsa gelê xwe ne jî behsa binemala xwe kir. Ji ber ku Mordexay jê re gotibû ku ew behsa vê yekê neke. 11 Mordexay dixwest rewşa Esterê bizanibe û çawa pê re didin û distînin hîn bibe. Loma her roj di ber hewşa haremê re diçû û dihat. 12 Dema kîjan keçikê dihat, derdiket hizûra Ahaşwêroşê Padîşah. Lê divê duwanzdeh mehên keçikê derbas bibûna ku di wê demê de keçik dihat amadekirin. Ji bo her keçikê, şeş mehan rûnê mûrê, şeş mehan jî bêhnên xweş û misk li wan dihatin kirin. 13 Her keçika ku dora wê ya çûn ba padîşah dihat, ji haremê her tiştê ku dixwest bi xwe re dibir qesra padîşah. 14 Keçika ku êvarê diçû ba padîşah, dotira rojê dihat harema diduyan ba axayê haremê Şaeşgaz. Ew ji cariyeyan berpirsiyar bû. Keçika ku padîşah bi navê wê gazî nedikir û ne bi dilê wî bû, careke din nikaribû here ba padîşah. 15 Dor hat Estera keça Avîhayîlê mamê Mordexay. Mordexay çawa ku keça wî be Esterê mezin kiribû. Esterê ji bilî tiştên ku axayê haremê Hêgay pêşniyar kiribûn, tiştekî din nexwest. Dilê hemûyan bi Esterê xweş bû. 16 Ester di heft saliya Ahaşwêroşê Padîşah de, meha Têvêtê ku meha dehan e, birin qesrê, ba padîşah. 17 Padîşah ji hemû jinan zêdetir, Esterê eciband. Ji hemû keçikan zêdetir, hezkirin û keremê nîşanî wê da. Wî taca şahbanûtiyê danî serê wê û ew li cihê Waştiyê kir şahbanû. 18 Paşê padîşah ji bo navê Esterê ziyafeteke mezin da. Hemû serek û karmend hatibûn vê ziyafetê. Padîşah li hemû bajaran cejn û şahî kir û layîqî navê xwe diyarî belav kirin. Mordexay jiyana padîşah rizgar dike 19 Gava cara diduyan keçik civiyan, Mordexay bûbû xizmetkarekî Ahaşwêroş û li dîwana dergehê padîşah kar dikir. 20 Çawa ku Mordexay lê emir kiriye, Esterê hê behsa gel û ziriyeta xwe nekiribû. Ester her wekî rojên berê, niha jî bi gotina Mordexay dikir. 21 Di wê demê de, gava Mordexay li ber dergehê padîşah kar dikir, ji dergevanan Bîgtan û Tereş ku herdu jî berdestiyên xadimkirî bûn, li padîşah hêrs bûn û li fersenda kuştina wî geriyan. 22 Dema ku Mordexay ev yek bihîst, ji Esterê re got. Wê jî bi navê Mordexay ji padîşah re got. 23 Gava dîtin mesele rast e, herdu jî hatin daleqandin. Ev yek li ber padîşah di qeydên dîrokê de hat nivîsandin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey