Ester 1 - Kurmanji ÎncîlAhaşwêroşê Padîşah taca Waştiya Şahbanû jê distîne 1 Ahaşwêroş di serdema padîşahiya xwe de, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li ser sed û bîst û heft bajaran padîşahî dikir. 2 Textê padîşahiya wî li qesra bajarê Sûsayê bû. 3 Di sala sisêyan a padîşahiya xwe de wî ji bo hemû serek û karmendên xwe ziyafetek da. Fermandarên Pars û Medan, rîspiyên gel û waliyên bajaran li wir amade bûn. 4 Ahaşwêroş demeke dirêj, bi qasî sed û heştê rojan, bi şahiyên mezin dewlemendiya padîşahiya xwe û rûmeta mezinahiya xwe nîşan da. 5 Piştî wan rojan, padîşah li hewşa qesra xwe ya li Sûsayê, ji biçûkan heta mezinan heft rojan ziyafet da kesên xwe. 6 Li hewşê, perdeyên spî û şînê tarî yên ji tayê pembû yê tenik, bi benên kitanê binevşî, bi xelekên zîvîn ên stûnên mermerî ve girêdayî bûn. Zemîna hewşê bi mermerên sor, spî, zer û reş hatibû raxistin, sedrên zêrîn û zîvîn hatibûn danîn. 7 Wan şerab, li gorî comerdiya padîşah, bi zêdehî, bi firaxên zêrîn ên cûr bi cûr pêşkêş kirin. 8 Vexwarina wan li gorî emrê padîşah bû û kesî bi zorê bi wan nedida vexwarin. Ji ber ku padîşah emir dabû xizmetkarên qesra xwe ku li gorî dilê xwe bikin. 9 Waştiya Şahbanû jî li qesra Ahaşwêroşê Padîşah ziyafetek da jinan. 10 Roja heftan, padîşah bi şerabê kêfxweş bû. Wî ji Mehûman, Bîzta, Harbona, Bîgta, Avagta, Zêtar û Karkasê ku heft nemêrên qesrê bûn xwest 11 bedewiya Waştiya Şahbanû nîşanî gel û serekan bidin. Loma jî emir da ku taca wê ya şahbanûtiyê jê re bînin. Çimkî Waştî gelekî bedew bû. 12 Lê Waştiya Şahbanû emrê padîşah ê ku bi riya nemêrên qesrê dabû red kir û neçû. Ji ber vê yekê padîşah hêrs bû. Xezeba wî tê de har bû. 13 Padîşah bi zanayên ku bi rêbazan dizanin re şêwirî. Çimkî li gorî adetan ew bi hemû kesên bi qanûn û adetan dizanin dişêwirî. 14 Ew kesên wî yên herî nêzîk Karşena, Şêtar, Admata, Tarşîş, Meres, Marsena û Memûxan bûn ku rû bi rû ew didîtin. Ev heft pêşewayên Pars û Medan, rêveberên sereke yên padîşahiyê bûn. 15 Ahaşwêroşê Padîşah ji wan pirsî û got: “Ji bo ku guh neda fermana min a bi riya berdestiyan, li gorî qanûnê divê çi bi Waştiya Şahbanû bê kirin?” 16 Memûxan li pêş padîşah û giregiran got: “Waştiya Şahbanû ne tenê li dijî padîşah sûc kir, wê li dijî hemû serekan û gelên li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah sûcdar e. 17 Çimkî ev kiryara şahbanûyê wê here guhê hemû jinan û wê bêjin: ‘Ahaşwêroşê Padîşah emir da ku Waştiya Şahbanû bînin ba wî, lê ew neçû’ û bi vî awayî wê mêr di çavên jinên xwe de kêm bibin. 18 Hema wê rojê, jinên bi esil ên Pars û Medan ji ber kirina şahbanûyê, wê çav li hev bikin. Wê jin mêrên xwe kêm bibînin û hêrs û xezeb zêde bibe. 19 Heke bi dilê padîşah be, bila fermanekê derxe. Bila ev ferman li qanûnên Pars û Medan bên zêdekirin ku nayên guhertin. Wê careke din Waştî neyê ba padîşah. Bila padîşah şahbanûtiya wê bide jineke din ku jê çêtir e. 20 Gava fermana padîşah li seranserê padîşahiya wî were eşkerekirin, wê tevahiya jinan rûmetê nîşanî mêrên xwe bidin.” 21 Ev gotin li xweşa padîşah û serekan çû. Padîşah guh da pêşniyara Memûxan. 22 Padîşah name şandin hemû bajarên padîşahiyê. Wî li gorî nivîsîna wan ji her bajarî û bi zimanê wan ji her gelî re name şandin û diyar kir ku divê her mêr malxweyê mala xwe be û bi zimanê gelê xwe bipeyive. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey