Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dubarekirina Şerîetê 3 - Kurmanji Încîl


Îsraêlî Ogê Padîşahê Başanê têk dibin
( Hejmartin 21:31-35 )

1 “Piştre em zivirîn û di riya Başanê re çûn. Ogê Padîşahê Başanê bi hemû artêşa xwe re li Edreiyê hat pêşiya me ku şerê me bike.

2 Xudan ji min re got: ‘Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.’

3 “Bi vî awayî Xwedayê me Xudan, Ogê Padîşahê Başanê û tevahiya artêşa wî da destê me. Me li wan xist û me tu kesî ji wan sax nehişt.

4 Me hemû bajarên wî standin. Bajarek nema ku me ji wan nestand. Bi tevahî şêst bajar bûn. Bi vî awayî me hemû herêma Argova li Başanê stand ku padîşahê wê derê Og bû.

5 Tevahiya bajaran bi sûrên bilind, bi dergeh û zirzeyan hatibûn xurtkirin. Ji xeynî wan, gelek gund hebûn ku sûrên wan tunebûn.

6 Çawa ku me li Sîhonê Padîşahê Heşbonê kir, me ew bi tevahî tune kirin. Me hemû bajar, tevî jin, mêr û zarokan bi tevahî tune kirin.

7 Me heywan û talanên bajaran jî desteser kirin.

8 “Me ji Geliyê Arnonê heta Çiyayê Hermonê, axa dikeve rojhilatê Çemê Şerîayê ji destê du padîşahên Amorî derxistin.

9 –Saydayî ji Hermonê re Sîryon, Amorî jî Senîr digotin.–

10 Me hemû bajarên li deştê, tevahiya Gîladê, tevahiya Başanê heta bajarên Salka û Edreiyê ku di bin destê Ogê Padîşahê Başanê de bûn, desteser kirin.

11 –Ji Refayiyan tenê Ogê Padîşahê Başanê sax mabû. Textê razana Og, hesin bû û li bajarê Rabbaya Emmoniyan dima. Li gorî pîvana wê demê dirêjahiya wê neh gaz, firehiya wê çar gaz bû.–


Li hev parvekirina axê
( Hejmartin 32:1-42 )

12 “Ji welatê ku me wê demê wekî milk mîras stand, min bakurê bajarê Eroêra ku nêzîkî Geliyê Arnonê bû, nîvê herêma çiyayî ya Gîladê û bajarên wê derê dan eşîrên Gad û Rûbên.

13 Min nîvê Gîladê yê mayî û hemû Başana padîşahiya Ogê da nîveşîra Minaşşe. –Herêma Argova li Başanê wekî welatê Refayiyan jî tê zanîn.

14 Yayîrê Minaşşeyî, hemû herêma Argovê stand ku digihîşt sînorê Geşûrî û Maexayiyan. Wî navê xwe li herêma Başanê danî. Ew der îro jî wekî Hawot-Yayîr tê zanîn.–

15 Min Gîlad da Maxîr.

16 Axa di navbera Gîlad û Geliyê Arnonê de min da eşîrên Gad û Rûbên. Nîvê gelî sînorê wan e û sînorê Emmoniyan jî Çemê Yabboqê ye.

17 Li Eravayê jî sînor Çemê Şerîayê bû. Ev der ji Gola Kînneretê heta Gola Eravayê –Gola Xwê– ji aliyê rojhilat heta palên Çiyayê Pîsgayê hildikişiya.

18 “Wê gavê min li we emir kir û got: ‘Xwedayê we Xudan ev welat da we ku hûn ji xwe re bikin milk. Lê bila hemû şervanên we bi çekên xwe bidin pêşiya birayên me yên Îsraêlî.

19 Bila tenê jin, zarok û heywanên we –ez dizanim gelek heywanên we hene– li bajarên ku min dane we bimînin.

20 Xudan hûn deranîne rihetiyê. Gava birayên we jî derîne rihetiyê û ew jî welatê li aliyê din ê Çemê Şerîayê bistînin ku Xwedayê we Xudan dide wan, her yekî ji we dikare vegere ser mîrasa ku min daye we.’


Çûna Mûsayê Pêxember a Kenanê tê qedexekirin

21 “Wê gavê min li Yêşû emir kir û got: ‘Te bi çavê xwe her tiştê ku Xwedayê we Xudan anî serê van herdu padîşahan dît. Wê ji her padîşahiya ku tu tê re derbas bibî re jî wisa bike.

22 Ji wan netirsin. Çimkî wê Xwedayê we Xudan ji bo we şer bike.’

23 “Piştre min ji Xudan lava kir û got:

24 ‘Ya Reb Xudan, te tenê destpê kir, mezinahiya xwe û destê xwe yê hêzdar nîşanî min da. Li erd û ezmanan, Xwedayekî wekî te heye ku karên te yên mezin bike?

25 Destûr bide ku ez derbas bibim û welatê qenc ê li aliyê din ê Çemê Şerîayê, herêma çiyayî ya xweş û Lubnanê bibînim.’

26 “Lê ji ber we Xudan li min hêrs bû û guh neda min. Wî ji min re got: ‘Êdî bes e, careke din ji min re behsa vê yekê neke.

27 Hilkişe ser Çiyayê Pîsgayê û bi çavê xwe li rojava, bakur, başûr û rojhilat binêre. Bi çavê xwe bibîne, çimkî tê di Çemê Şerîayê re derbas nebî.

28 Li Yêşû emir bike. Wî hêzdar û wêrek bike. Çimkî wê li pêş vî gelî tê re derbas bibe. Ewê jî bike ku ev gel welatê tê bibînî, ji xwe re bike milk.’

29 Bi vî awayî em li newala li pêşberî Bêtpeorê man.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan