Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dubarekirina Şerîetê 2 - Kurmanji Încîl


Salên ku gelê Îsraêl li beriyê derbas kirin

1 “Çawa ku Xudan li me emir kiribû, em zivirîn di riya Derya Sor re çûn beriyê. Demeke dirêj em li dorhêla herêma çiyayî ya Seîrê geriyan.

2 “Xudan ji min re got:

3 ‘Hûn bi têra xwe li herêma çiyayî geriyan. Berê xwe bidin aliyê bakur.’

4 Li gel emir bike û bêje: ‘Hûnê di sînorê Esawiyên birayên xwe re derbas bibin ku li Seîrê dijîn. Wê ji we bitirsin lê hay ji xwe hebin

5 û wan ji bo şer sor nekin. Çimkî ezê ji welatê wan, perçeyekî ax bi qasî şopa lingê we jî nedim we. Çimkî min herêma çiyayî ya Seîrê bi milkî da Esaw.

6 Hûnê xwarin û vexwarinê bi pere ji wan bikirin, bixwin û vexwin.’

7 “Bi rastî Xwedayê we Xudan di her keda destê we de hûn pîroz kirin. Ew dizane ku hûn di vê beriya mezin re diçin. Di wan çil salan de Xwedayê we Xudan bi we re bû û tu kêmahiya we tunebû.

8 “Bi vî awayî em di ber birayên me Esawiyan re derbas bûn ku li Seîrê diman. Em ji riyaji Eylat û Siyon-Geverê diçe Eravayê zivirîn û me berê xwe da riya Beriya Moavê.

9 “Xudan ji min re got: ‘Bi çavê dijminatî li Moaviyan nenêre û wan li şer sor neke. Ezê ji welatê wan bi milkî qet nedim te. Çimkî min bajarê Erê bi milkî da ziriyeta Lût.’”

10 –Berê li wê derê Êmî diman ku wekî Enaqiyan bejinbilind bûn. Ew miletekî zêde û mezin bûn.

11 Wekî Enaqiyan, Êmî jî, ji Refayiyan dihatin hesibandin. Lê Moaviyan navê Êmî li wan kiribû.

12 Herwiha berê li Seîrê Horî diman. Lê çawa ku Îsraêliyan li welatê ku Xudan bi milkî dabû wan kirin, Esawiyan jî Horî qewitandin, tune kirin û li cihê wan rûniştin.–

13 “Xudan got: ‘De rabin û Geliyê Zeredê derbas bikin.’ Loma me Geliyê Zeredê derbas kir.

14 Heta em ji Qadêş-Barnêayê bi rê ketin û di Geliyê Zeredê re derbas bûn, sî û heşt sal derbas bûn. Çawa ku Xudan sond xwaribû, hemû şervanên ji wî nifşê gelê Îsraêl miribûn.

15 Bi rastî destê Xudan li dijî wan bû û hemû şervanên gel mirin.

16 “Çaxê hemû şervanên gel mirin,

17 Xudan ji min re got:

18 ‘Tê îro ji axa Moavê û ji bajarê Erê derbas bibî.

19 Gava tu nêzîkî Emmoniyan bibî, bi çavê dijminan li wan nenêre û wan li şer sor neke. Çimkî ezê ji welatê Emmoniyan bi milkî qet nedim te. Min ew welat bi milkî da ziriyeta Lût.’”

20 –Ew der wekî welatê Refayiyan jî tê zanîn. Berê Refayî li vir mabûn. Emmoniyan navê Zamzûmî li wan kiribû.

21 Wekî Enaqiyan, ew milet zêde, mezin û bejinbilind bû. Lê Xudan ew li ber Emmoniyan tune kirin, wan ew qewitandin û li cihê wan man.

22 Xudan, li Seîrê jî, ji bo Esawiyan wiha kiribû. Wî Horî li ber wan tune kirin, ew qewitandin û heta îro li cihê wan man.

23 Herwiha Kaftoriyên ku ji Kaftorê hatibûn, Ewayiyên ku li gundên heta Xezayê diman, tune kirin û li cihê wan man.–

24 “‘De rabin û ji Geliyê Arnonê derbas bibin. Va ye, min Sîhonê Amoriyê Padîşahê Heşbonê û welatê wî da destê we. Rabin welatê wî ji xwe re bikin milk. Êrîşî wî bikin.

25 Ji îro û pêve ezê tirs û sawa we bixim dilê hemû gelên li bin ezmanan. Gava nav û dengê we bibihîzin, wê ji tirsan bilerizin.’


Gelê Îsraêl Sîhonê Heşbonî têk dibe
( Hejmartin 21:21-30 )

26 “Piştre min ji Beriya Qedêmotê ji Sîhonê Padîşahê Heşbonê re bi daxwaza aştiyê qasid şandin. Wan got:

27 ‘Destûr bide ez di welatê te re derbas bibim. Ezê rasterast, bêyî ku berê xwe bidim çep û rastê, bimeşim û herim.

28 Tê xwarin û vexwarinê bi pere bidî min. Tenê bihêle ez di welatê te re derbas bibim.

29 Esawiyên li Seîrê diman û Moaviyên li Erê diman destûr da min. Tu jî destûrê bide min heta ku ez Çemê Şerîayê derbas bibim û herim welatê ku Xwedayê me Xudan dide me.’

30 Lê Sîhonê Padîşahê Heşbonê nexwest em di welatê wî re derbas bibin. Çimkî Xwedayê we Xudan canê wî hişk kir û dilê wî şidand ku wekî îro wî bide destê we.

31 “Xudan ji min re got: ‘Va ye ez Sîhon û welatê wî datînim ber te. Rabe welêt bistîne û ji xwe re bike milk.’

32 Loma gava Sîhon li Yehasayê bi tevahiya gelê xwe re hat pêşberî me ku şerê me bike,

33 Xwedayê me Xudan ew danî ber me. Me ew, kurên wî û hemû gelê wî tune kirin.

34 Wê gavê me hemû bajarên wî standin û bi tevahî tune kirin; jin, mêr û zarok. Me tu kesî sax nehiştin.

35 Me tenê heywan û talanên bajarên desteserkirî ji xwe re anîn.

36 Ji Eroêra li keviya Geliyê Arnonê heta bajarê Gîlada ku di gelî de bû, tu bajarekî zor û zehmet nema ku me nestand. Xwedayê me Xudan hemû danîn ber me.

37 Lê çawa ku Xwedayê me Xudan emir kiribû, hûn nêzîkî welatê Emmoniyan, hemû herêma keviyên Çemê Yabboqê û bajarên li herêma çiyayî nebûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan