Dubarekirina Şerîetê 11 - Kurmanji ÎncîlMezinbûna Xudan 1 “Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin û emir, peywir, qanûn û rêbazên wî herdem pêk bînin. 2 Îro bizanin ku kesên terbiyekirina Xwedayê we Xudan dîtin û fêmkirin, ne kurên we, lê hûn bixwe bûn. Divê hûn mezinahiya wî, destê wî yê hêzdar, zendê wî yê dirêjkirî, 3 nîşan û karên ku wî li Misrê anîn serê Firewnê Padîşahê Misrê û seranserê welatê wî, 4 ya ku anî serê artêşa Misrê, hespên wan û erebeyên wan ên şer, çawa ku gava ew li pey we bûn, wî ew di bin ava Derya Sor de hiştibûn û heta îro ew tune kiribûn, 5 ya ku heta ku hûn gihîştin vir ji bo we li beriyê kir, 6 bi ser de jî ya ku wî anî serê Datan û Avîramê kurên Êliyavê kurê Rûbên, çawa ku li nav tevahiya gelê Îsraêl erdê devê xwe vekir û ew, maliyên wan, konên wan û her jîndarên li pey wan diçûn daqurtandin, divê hûn baş bizanin. 7 Çimkî hemû karên mezin ên ku Xudan kirin, we bi çavên xwe dîtin. 8 “Hemû emrên ez îro li we dikim pêk bînin ku hûn hêzdar bibin, herin welatê hûn derbasî wir bûbûn û ji xwe re bikin milk. 9 Bila emrê we, li axa ku şîr û hingiv jê diherike û Xudan sond xwar ku bide bav û kalên we û ziriyeta wan, dirêj be. 10 Welatê hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, ne wekî welatê Misrê ye ku hûn jê derketin. We li wir tov direşand û tevahiya erdê wekî bostên bi zehmetî av dida. 11 Lê li welatê ku hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, çiya û newal hene. Axa wê, bi barana ezmanan tê avdan. 12 Çavê Xwedayê we Xudan li ser wî welatî ye. Ji serê salê heta dawiyê, çavê Xwedayê we Xudan hergav li ser wê derê ye. 13 “Heke hûn ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe xulamiya wî bikin û van emrên ku ez îro li we dikim baş guhdarî bikin, 14 wî çaxî wê Xudan barana pêşî û paşî di wextê de li welatê we bibarîne ku hûn dexlê xwe, şeraba nû û rûnê xwe yê zeytê bicivînin. 15 Wê Xudan li zeviyan ji bo heywanên we giya bide û hûnê bixwin û têr bibin. 16 Hay jê hebin ku dilê we neyê xapandin û averê nebin, xulamiya îlahan nekin û li ber wan neçin ser çokan. 17 Bila hêrsa Xudan li dijî we ranebe û ew ezmanan negire ku baran nebare, ax berê xwe nede û hûn li welatê qenc ê ku ew dide we zû helak nebin. 18 “Van gotinên min bixin dil û canê xwe. Wekî nîşanekê wan bi destê xwe ve girê bidin, wekî berenîkekê li ser eniya xwe bixin. 19 Hûnê wan qenc hînî zarokên xwe bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin. 20 Wan li ser kêlekên deriyên malên xwe û dergehên bajarên xwe binivîsin. 21 Bila li welatê ku Xudan bi sondxwarin dabû bav û kalên we, hûn û zarokên we, heta ku ezman li ser erdê be, hebin. 22 “Heke hûn tevahiya van emrên ku ez li we dikim pêk bînin, ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, di riyên wî de bimeşin û pê ve girêdayî bin, 23 wê Xudan li ber we tevahiya van miletan biqewitîne. Hûnê welatên miletên ku ji we mezintir û hêzdartir in ji xwe re bikin milk. 24 Her cihê pehniya piyê we lê bikeve, wê bibe ya we. Wê sînorên we ji beriyê heta Lubnanê, ji Çemê Feratê heta Derya Spî dirêj bibin. 25 Wê tu kes li ber we nesekine. Wê Xwedayê we Xudan çawa ku soz daye we, li tevahiya welatê ku pehniya piyê we lê bikeve, wê tirs û sawa we serdest bike. 26 “Binêrin, îro ez bereket û naletê datînim ber we. 27 Heke hûn guhdariya emrên Xwedayê we Xudan ên ku ez îro li we emir dikim bikin, wê para we bibe bereket. 28 Heke hûn guhdariya emrên Xwedayê xwe Xudan nekin, ji riya ku ez îro li we emir dikim averê bibin û bidin pey îlahên ku we nizanibûn, wê para we bibe nalet. 29 “Çaxê Xwedayê we Xudan we bîne welatê ku hûnê herinê û ji xwe re bikin milk, hûnê li ser Çiyayê Gerizîmê bereketê, li ser Çiyayê Êvalê naletê bixwînin. 30 Herdu çiya li aliyê din ê Çemê Şerîayê, li rojavayê rê, li welatê Kenaniyan ên ku li Eravayê rûdinin, li hember Gîlgalê, li ba darmaziya Moreyê ne. 31 Gava hûn Çemê Şerîayê derbas dikin, herin welatê Xwedayê we Xudan dide we û wî ji xwe re dikin milk û paşê we ew kir milk û hûn tê de rûnin, 32 hay jê hebin ku hemû qanûn û rêbazên ez îro ji we re dibêjim, pêk bînin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey