Dubarekirina Şerîetê 1 - Kurmanji ÎncîlVeqetîna ji Horêvê 1 Gotinên ku Mûsa li beriya li rojhilatê Çemê Şerîayê, li Eravaya li pêşberî Sûfê, di navbera Paran, Tofel, Lavan, Hasêrot û Dî-Zahavê de ji gelê Îsraêl re got ev in. 2 Ji Horêvê, di riya Çiyayê Seîrê de çûyîna Qadêş-Barnêayê yanzdeh rojan dajo. 3 Di roja pêşî ya meha yanzdehan a sala çilî de, Mûsa hemû emrên ku Xudan lê kiribûn ji gelê Îsraêl re gotin. 4 Ev yek piştî ku wî Sîhonê Padîşahê Amoriyan ku li Heşbonê dima û Ogê Padîşahê Başanê ku li Eştarot û Edreiyê dima têk bir, pêk hat. 5 Li welatê Moava li rojhilatê Çemê Şerîayê, Mûsa ev şerîet eşkere kir û got: 6 “Xwedayê me Xudan li Horêvê ji me re got: ‘Li vî çiyayî hûn bi têra xwe man. 7 De rabin bi rê bikevin. Herin herêma çiyayî ya Amoriyan û gelên derdorê –Erava, herêma çiyayî, Şefêla, Negev û keviya Derya Spî– welatê Kenaniyan û Lubnanê û heta ber Çemê mezin ê Feratê. 8 Va ye min ev welat da ber we. Herin wî welatî ji xwe re bikin milk ku min ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwaribû ku ez bidim ziriyeta wan.’ Mûsa serekan hildibijêre ( Derketin 18:13-27 ) 9 “Wî çaxî min ji we re got: ‘Ez bi tenê nikarim barê we rakim. 10 Xwedayê we Xudan hûn zêde kirin. Îro hûn bi qasî stêrên ezmanan zêde bûne. 11 Bila Xwedayê bavkalên we Xudan hezar carên din we zêde bike û çawa ku ji we re gotibû, bila we pîroz bike! 12 Lê ezê çawa bi tenê ji bin barê giran ê dozên we rabim? 13 Ji bo xwe, ji her eşîrê kesên şehreza, fêmdar û giregiran hilbijêrin. Ezê wan bikim serekên we.’ 14 “We ji min re got: ‘Gotina te baş e.’ 15 Bi vî awayî min serekên eşîrên we yên şehreza û giregir kirin serekên we. Ji bo eşîrên we, min ew kirin serhezar, sersed, serpêncî, serdeh û serekên karmendan. 16 Min emir da dadgerên we û got: ‘Guh bidin meseleyên navbera birayên xwe. Di dozên wan de, çi Îsraêlî çi xerîb, bi edaletê dadgeriyê bikin. 17 Di dadbarkirinê de meyla kesî nekin. Li dozên biçûk û mezinan binêrin. Ji tu kesî netirsin, çimkî dadbarî ji Xwedê ye. Heke meseleyek ji bo we giran be, bînin ba min, ezê çareser bikim.’ 18 Her tiştê divê wî çaxî hûn bikin, min ji we re gotibû. Gel sixûran dişîne ( Hejmartin 13:1-33 ) 19 “Piştre, çawa ku Xwedayê me Xudan li me emir kir, em ji Horêvê bi rê ketin. Gava hûn di riya herêma çiyayî ya Amoriyan de bûn, we di beriya mezin û bi xof re derbas kir ku we bi çavê xwe dît. Di dawiyê de hûn hatin Qadêş-Barnêayê. 20 Min ji we re wiha got: ‘Hûn gihîştin herêma çiyayî ya Amoriyan ku Xwedayê me Xudan dide me. 21 Va ye Xwedayê we Xudan welat da we. De rabin! Çawa ku Xwedayê bavkalên we Xudan ji we re gotiye, wî ji xwe re bikin milk. Netirsin û neşikên.’ 22 “Wî çaxî hûn hemû hatin ba min û we ji min re got: ‘Em li pêş xwe zilaman bişînin ku lêkolîna welêt bikin. Bila me agahdar bikin ka emê di kîjan riyan de herin û emê berê xwe bidin kîjan bajaran.’ 23 “Ev fikir di çavê min de baş bû. Ji her eşîrê, min ji nav we duwanzdeh zilam hilbijartin. 24 Ew rabûn çûn herêma çiyayî. Gava gihîştin Newala Eşkolê, wan lêkolîna welêt kir. 25 Wan ji fêkiyên welêt girtin û bi xwe re anîn. Wan got: ‘Welatê ku Xwedayê me Xudan dide me qenc e!’ 26 “Lê we nexwest herin wir. Hûn li dijî fermana devê Xwedayê xwe Xudan derketin. 27 We di konên xwe de kir pitepit û got: ‘Xudan ji me nefret dike. Wî em ji welatê Misrê deranî ku bide destê Amoriyan û tune bike. 28 Em herin ku derê? Ji ber gotina birayên me, dilê me heliya. Wan got: Gelê wir ji me xurtir û bilindtir in. Bajarên wir mezin in û sûrên wan digihîjin ezmanan. Herwiha me Enaqî jî dîtine!’ 29 “Lê min wê gavê ji we re gotibû: ‘Ji wan netirsin, şaş û metel nebin! 30 Xwedayê we Xudan ku li pêş we diçe wê ji bo we şer bike. Wê ji bo we bi awayê li ber çavê we, li Misrê, 31 bi awayê we li beriyê dît ku çawa Xwedayê we Xudan heta vî cihî, wekî bavek kurê xwe hildigire, hûn di tevahiya vê riyê de hilgirtin, wê dîsa bike.’ 32 Dîsa jî we baweriya xwe bi Xwedayê xwe Xudan neanî. 33 Ew Xwedayê ku ji bo cih ji konê we re bibîne da pêşiya we û bi şev di nav êgir de, bi roj jî di nav ewran de rêberiya we kir. Xwedê gelê Îsraêl ceza dike ( Hejmartin 14:20-38 ) 34 “Gava Xudan dengê gazinên we bihîstin, hêrs bû. Wî sond xwar û got: 35 ‘Wê tu kes, tu kesê ji vî nifşê xerab welatê qenc nebîne ku min sond xwaribû bidim bav û kalên we. 36 Wê tenê Kalêvê kurê Yefûnne bibîne. Ezê welatê ku wî lingê xwe avêtiye bidim wî û ziriyeta wî. Çimkî wî bi dil û can da pey riya Xudan.’ 37 “Ji ber we, Xudan ji min jî hêrs bû û got: ‘Tê jî nekevî wir. 38 Lê wê Yêşûyê kurê Nûnê alîkarê te bikeve wir. Tu wî hêzdar bike. Wisa bike ku gelê Îsraêl welêt ji xwe re bike milk. 39 Zarokên we yên ku we digot wê talan bibin, biçûkên we yên ku îro êdî qencî û xerabiyê ji hev dernaxin, wê bikevin wir. Ezê welêt bidim wan ku ji xwe re bikin milk. 40 Lê hûn vegerin, di riya Derya Sor re herin beriyê.’ Gelê Îsraêl li Hormayê têk diçe ( Hejmartin 14:39-44 ) 41 “We bersiva min da û got: ‘Me li dijî Xudan guneh kir. Çawa ku Xwedayê we Xudan emir kir, emê herin şer bikin.’ Paşê her yekî ji we çekên xwe girê da. Hûn fikirîn ku li herêma çiyayî şer hêsan e. 42 “Lê Xudan ji min re got: ‘Ji wan re bêje: Divê hûn neçin şer. Ji ber ku ezê di nav we de nebim, hûnê li ber dijminên xwe têk biçin.’ 43 “Tevî ku min ji we re got jî, we guhdariya min nekir. Hûn li dijî fermana devê Xudan derketin. We quretî kir û hilkişiyan herêma çiyayî. 44 Amoriyên li herêma çiyayî diman li dijî we rabûn. Wan wekî mozan ji herêma Seîrê heta bajarê Hormayê da pey we û hûn têk birin. 45 Çaxê hûn vegeriyan û li ber Xudan giriyan, wî ne dengê we bihîst, ne jî guhdariya we kir. 46 Demeke dirêj hûn li Qadêşê man.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey