Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 9 - Kurmanji Încîl

1 Tevahiya gelê Îsraêl li gorî qeyda ziriyetên xwe hat hejmartin. Ev kes di Nivîsa Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin. Ji ber nedilsoziya xwe, Cihûdayî ber bi Babîlê ve hatin sirgûnkirin.


Qeyda kesên ji sirgûnê vegeriyan Orşelîmê
( Nehemya 11:3-19 )

2 Kesên pêşî yên ku li ser milkên wan û li bajarên wan rûniştin ev bûn: Hinek ji gelê Îsraêl, kahin, Lêwiyî û peywirdarên Perestgehê.

3 Hinek Cihûdayî, Binyamînî, Efrayîmî û Minaşşeyiyên li Orşelîmê diman:

4 Ûtayê kurê Emmîhûdê kurê Omriyê kurê Îmriyê kurê Banî, ev ji kurên Peresê kurê Cihûda bûn.

5 Ji Şêlayiyan: Esayayê kurê pêşî û kurên wî.

6 Ji Zerahiyan: Yeûêl. Hejmara mirovên wan 690 kes bû.

7 Ji Binyamîniyan: Sallûyê kurê Meşûllamê kurê Hodawyayê kurê Hassenûa,

8 Yîvneyayê kurê Yeroham, Elayê kurê Ûzziyê kurê Mîxrî û Meşûllamê kurê Şefatyayê kurê Reûêlê kurê Yîvniya.

9 Li gorî qeyda ziriyetê, ew 956 kes bûn. Tevahiya wan serekên binemalan bûn.

10 Ji kahinan: Yedaya, Yehoyarîv, Yaxîn,

11 Ezaryayê kurê Hîlqiyayê kurê Meşûllamê kurê Sadoqê kurê Merayotê kurê Ahîtûvê Serpeywirdarê Mala Xwedê

12 û Edayayê kurê Yerohamê kurê Paşxûrê kurê Malkiya û Maesayê kurê Ediyêlê kurê Yahzêrayê kurê Meşûllamê kurê Meşillêmîtê kurê Îmmêr.

13 Ev serekên binemalan bûn. Tevî birayên wan, hejmara wan 1.760 kes bû ku ji bo xizmeta Mala Xwedê peywirdarên jêhatî bûn.

14 Ji Lêwiyiyan: Şemayayê kurê Haşşûvê kurê Ezrîqamê kurê Haşavyayê ji Mêrariyiyan,

15 Baqbaqar, Hereş, Galal û Mattanyayê kurê Mîxayê kurê Zikriyê kurê Asaf,

16 Ovadyayê kurê Şemayayê kurê Galalê kurê Yedûtûn û Berekyayê kurê Asayê kurê Êlqanayê ku li gundên Netofayiyan dima.

17 Dergevanên Perestgehê: Şallûm, Eqqûv, Talmon, Ahîman û birayên wan. Şallûm serekê wan bû

18 ku heta niha li ber Dergehê Padîşah li aliyê rojhilat disekinin. Ev dergevanên artêşgeha Lêwiyiyan bûn.

19 Şallûmê kurê Qorêyê kurê Avyasafê kurê Qorax û binemalên wî ango Qoraxî. Ew berpirsiyarên xizmetê û dergevanên Kon bûn. Bavkalên wan nobedarên ketina artêşgeha Xudan bûn.

20 Berê Pînehasê kurê Êlezar serwerê wan bû. Xudan pê re bû.

21 Zekeriyayê kurê Meşelemya li ber deriyê Konê Hevdîtinê dergevan bû.

22 Hejmara dergevanên hilbijartî 212 bû. Ew li gundên xwe, li gorî qeyda ziriyetê hatin nivîsandin. Dawid û Samûêlê Zanyar ew peywirdar kiribûn.

23 Bi vî awayî ew û kurên wan nobedarên li ber dergehên Mala Xudan ango dergehên Kon bûn.

24 Li çar aliyan dergevan hebûn; rojhilat, rojava, bakur û başûr.

25 Birayên wan ên li gundan carcaran dihatin û heft rojan li ba wan diman.

26 Çimkî çar serdergevanên Lêwiyî hebûn ku li ser ode û xezîneyên Mala Xwedê bûn.

27 Bi şev jî li dora Mala Xwedê diman. Çimkî nobedariya wir li ser wan bû û diviyabû her sibe wê vekin.

28 Hinek ji wan berpirsiyarên taximên xizmetê bûn. Çimkî gava dianîn hundir û derdixistin derve, dijmartin.

29 Hinek kesên din jî berpirsiyarên taximên din û taximên cihê pîroz, arvanê hûr, şerab, zeyt, gunî û biharatan bûn.

30 Lê tenê kurên kahinan dikaribûn biharatan tevlihev û amade bikin.

31 Mattîtyayê kurê pêşî yê Şallûmê Qoraxî ku ji Lêwiyiyan bû, berpirsiyarê karê çêkirina nanê ser sêlê bû.

32 Herwiha birayên Qohatiyan berpirsiyarên Nanê Xêrê bûn ku her Sept amade dikirin.

33 Stranbêj serekên binemalên Lêwiyiyan bûn û li odeyên Perestgehê diman. Ji ber ku şev û roj karê wan hebû, karekî din nedikirin.

34 Li gorî qeyda ziriyetê, serekên binemalên Lêwiyiyan ev bûn. Ew li Orşelîmê diman.


Ziriyeta Şawûlê Padîşah
( Dîrok I, 8:28-38 )

35 Yeiyêlê avakarê Gîvonê li wir dima. Navê jina wî Maexa bû.

36 Kurê wî yê pêşî Evdon bû. Paşê Sûr, Qîş, Baal, Nêr, Nadav,

37 Gedor, Ahyo, Zekeriya û Mîqlot jî hebûn.

38 Mîqlot jî bavê Şîmam bû. Ew li ba birayên xwe li Orşelîmê rûniştin.

39 Nêr bavê Qîş bû. Qîş bavê Şawûl bû. Şawûl bavê Yonatan, Malkî-Şûa, Avînadav û Eşbaal bû.

40 Yonatan bavê Merîv-Baal bû. Merîv-Baal bavê Mîxa bû.

41 Kurên Mîxa: Pîton, Melek, Tahrêa û Ahaz.

42 Ahaz bavê Yada bû. Yada bavê Elemet, Ezmawet û Zîmrî bû. Zîmrî bavê Mosa bû.

43 Ziriyeta Mosa ev bûn: Bînea, Refaya, Êlesa û Asêl.

44 Şeş kurên Asêl hebûn ku navên wan Ezrîqam, Boxerû, Îsmaîl, Şaerya, Ovadya û Hanan bûn. Kurên Asêl ev bûn.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan