Dîrok I, 8 - Kurmanji ÎncîlZiriyeta Binyamînê kurê Îsraêlê Pêxember 1 Binyamîn bavê Belayê kurê xwe yê pêşî, yê diduyan Aşbêl, yê sisêyan Ahrah, 2 yê çaran Noha û yê pêncan Refa bû. 3 Kurên Bela: Addar, Gêra, Avîhûd, 4 Avîşûa, Naeman, Ahoah, 5 Gêra, Şefûfan û Hûram. 6 Kurên Êhûd serekên binemalên ku li Gevayê diman bûn û ber bi Manahatê ve hatin sirgûnkirin: 7 Naeman, Ahiya û Gêrayê ku wî ew veguhestibûn. Gêra bavê Ûzza û Ahîhûd bû. 8 Piştî ku Şaharayîm jinên xwe Hûşîm û Baera berdan, li çola Moavê bû bavê zarokan. 9 Kurên wî yên ji Hodeşa jina wî: Yovav, Sîvya, Mêşa, Malkam, 10 Yeûs, Saxeya û Mîrma. Ev kurên Şaharayîm bûn û serekên binemalan bûn. 11 Wî ji jina xwe Hûşîmê jî bû bavê Avîtûv û Êlpael. 12 Kurên Êlpael: Êver, Mîşam û Şemedê ku bajarên Ono û Lod û gundên wê ava kirin, 13 Beriya û Şemayê ku serekên binemalên li Ayalonê diman. Wan şêniyên Gatê revandin. 14 Ahyo, Şaşaq, Yerêmot, 15 Zevadya, Erad, Eder, 16 Mîxayîl, Yîşpa û Yoha kurên Beriya bûn. 17 Zevadya, Meşûllam, Hizqî, Hever, 18 Yîşmeray, Yîzliya û Yovav jî kurên Êlpael bûn. 19 Yaqîm, Zikrî, Zavdî, 20 Êliyênay, Sîlletay, Êliyêl, 21 Edaya, Beraya û Şîmrat kurên Şîmî bûn. 22 Yîşpan, Êver, Êliyêl, 23 Evdon, Zikrî, Hanan, 24 Hananya, Elam, Entotiya, 25 Yîfdeya û Penûêl kurên Şaşaq bûn. 26 Şamşeray, Şeharya, Etalya, 27 Yaereşya, Êliya û Zikrî kurên Yeroham bûn. 28 Li gorî qeyda ziriyetê, serekên binemalan ev bûn ku li Orşelîmê rûniştin. Ziriyeta Şawûlê Padîşah ( Dîrok I, 9:34-44 ) 29 Yeiyêlê avakarê Gîvonê li wir dima. Navê jina wî Maexa bû. 30 Kurê wî yê pêşî Evdon bû. Paşê Sûr, Qîş, Baal, Nadav, 31 Gedor, Ahyo, Zeker 32 û Mîqlotê bavê Şîma bûn. Ew li ba birayên xwe li Orşelîmê rûniştin. 33 Nêr bavê Qîş bû. Qîş bavê Şawûl bû. Şawûl bavê Yonatan, Malkî-Şûa, Avînadav û Eşbaal bû. 34 Yonatan bavê Merîv-Baal bû. Merîv-Baal bavê Mîxa bû. 35 Kurên Mîxa: Pîton, Melek, Tarêa û Ahaz. 36 Ahaz bavê Yehoeda bû. Yehoeda bavê Elemet, Ezmawet û Zîmrî bû. Zîmrî bavê Mosa bû. 37 Ziriyeta Mosa ev bûn: Bînea, Refa, Êlesa û Asêl. 38 Şeş kurên Asêl hebûn ku navên wan Ezrîqam, Boxerû, Îsmaîl, Şaerya, Ovadya û Hanan bûn. Ev hemû, kurên Asêl bûn. 39 Kurên Êşeqê birayê wî: Ûlamê kurê pêşî, yê diduyan Yeûş û yê sisêyan Êlîfelet. 40 Kurên Ûlam şervanên mêrxas û tîravêj bûn. Zarok û neviyên wî gelek bûn. Hejmara wan sed û pêncî bûn. Tevahiya wan Binyamînî bûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey