Dîrok I, 3 - Kurmanji ÎncîlZiriyeta Dawidê Pêxember ( Samûêl II, 3:2-5 ; 5:14-16 ; Dîrok I, 14:4-7 ) 1 Kurên Dawid ên ku li Hevronê jê re çêbûn ev in: Kurê pêşî Amnonê ji Ahînoema Yîzreyêlî, yê diduyan Daniyêlê ji Avîgayila Karmelî, 2 yê sisêyan Avşalomê ji Maexaya keça Talmayê Padîşahê Geşûrê, yê çaran Adoniyayê ji Haggîtê, 3 yê pêncan Şefatyayê ji Avîtalê û yê şeşan Yîtreyamê ji Eglaya jina wî bû. 4 Şeş kur jê re li Hevronê çêbûn. Dawid li wir heft sal û şeş meh û li Orşelîmê jî sî û sê salan padîşahî kir. 5 Kurên wî yên ku li Orşelîmê çêbûn ev in: Şîma, Şovav, Natan û Silêman. Ev çar kur ji Bat-Şevaya keça Emmiyêl jê re çêbûn. 6 Kurên wî yên din: Yîvhar, Êlîşama, Êlîfelet, 7 Nogah, Nefeg, Yafiya, 8 Êlîşama, Êlyada û Êlîfelet. Neh kur bûn. 9 Tevahiya van, kurên Dawid in ku ji bilî kurên ku ji cariyeyan çêbûne. Tamar jî xwişka wan bû. Ziriyeta Padîşahên Cihûdayê 10 Ziriyeta Silêman: Rehovam, Aviya, Asa, Yehoşafat, 11 Yehoram, Ahazya, Yoaş, 12 Amatsya, Ezarya, Yotam, 13 Ahaz, Hîzqiya, Minaşşe, 14 Amon û Yoşiya. 15 Kurên Yoşiya: Kurê pêşî Yohanan, yê diduyan Yehoyaqîm, yê sisêyan Sîdqiya û yê çaran Şallûm. 16 Ziriyeta Yehoyaqîm: Yehoyaxîn û Sîdqiya. 17 Ziriyeta Yehoyaxînê êsîr: Şealtiyêl, 18 Malkîram, Pedaya, Şenassar, Yeqamya, Hoşama û Nedavya. 19 Kurên Pedaya: Zerûbbabîl û Şîmî. Kurên Zerûbbabîl: Meşûllam û Hananya. Şelomît xwişka wan bû. 20 Kurên din ên Zerûbbabîl: Haşuva, Ohel, Berekya, Hasadya û Yûşav-Hesed. Pênc kur bûn. 21 Ziriyeta Hananya: Pelatya û Îşaya, herwiha Refaya, Arnan, Ovadya û Şexanya. 22 Kurê Şexanya: Şemaya. Kurên Şemaya: Hattûş, Yîgal, Barîah, Naerya û Şafat. Şeş kur bûn. 23 Kurên Naerya: Êlyoênay, Hîzqiya û Ezrîqam. Sê kur bûn. 24 Kurên Êlyoênay: Hodawya, Êlyaşîv, Pelaya, Eqqûv, Yohanan, Delaya û Enanî. Heft kur bûn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey