Dîrok I, 23 - Kurmanji Încîl1 Gava Dawid kal bû û ji jiyanê têr bû, wî Silêmanê kurê xwe kir Padîşahê gelê Îsraêl. Peywira Lêwiyiyan 2 Wî kahin, Lêwiyî û tevahiya serekên gelê Îsraêl civandin. 3 Lêwiyiyên sî salî û mezintir hatin hejmartin, hejmara wan sî û heşt hezar kes bû. 4 Bîst û çar hezar ji wan serkarên Mala Xudan bûn. Şeş hezarên wan peywirdar û dadger bûn. 5 Çar hezarên wan dergevan bûn. Çar hezar kes jî, bi amûrên muzîkê ku Dawid ji bo pesindana Xudan digot min ew çêkirine, şikirdariya Xudan dikir. 6 Dawid ew li gorî kurên Lêwî; Gêrşon, Qohat û Mêrarî dabeş kirin. 7 Kurên Gêrşoniyan: Ladan û Şîmî. 8 Kurên Ladan: Yehiyêlê kurê mezin, Zêtam û Yoêl. Sê kes bûn. 9 Kurên Şîmî: Şelomît, Haziyêl û Heran. Sê kes bûn. Ew serekên binemalên Ladaniyan bûn. 10 Kurên Şîmî yên din: Yahat, Zîza, Yeûş û Beriya. Ev çar kes kurên Şîmî bûn. 11 Yahat kurê mezin, Zîza duyemîn. Lê kurên Yeûş û Beriya kêm bûn, ew wekî binemalekê hatin hesibandin. 12 Kurên Qohat: Emram, Yîshar, Hevron, Ûzziyêl. Çar kes. 13 Kurên Emram: Harûn û Mûsa. Harûn û kurên wî, ji bo ku tiştên herî pîroz veqetînin, li ber Xudan bixûr bişewitînin, xizmeta wî bikin û ji bo ku heta hetayê li ser navê wî gel pîroz bikin, hatin kifşkirin. 14 Herçî zilamê Xwedê Mûsa bû, kurên wî ji eşîra Lêwiyiyan hatin hesibandin. 15 Kurên Mûsa: Gêrşom û Êliyezer. 16 Kurê Gêrşom: Şevûêlê Serek. 17 Kurên Êliyezer: Rehavyayê Serek. Wekî din kurên Êliyezer tunebûn. Lê gelek kurên Rehavya hebûn. 18 Kurê Yîshar: Şelomîtê Serek. 19 Kurên Hevron: Yeriya kurê mezin, Amarya duyemîn, Yahaziyêl sêyemîn û Yeqamam çaremîn. 20 Kurên Ûzziyêl: Kurê mezin Mîxa û yê duyemîn Yîşşiya. 21 Kurên Mêrarî: Mahlî û Mûşî. Kurên Mahlî: Êlezar û Qîş. 22 Êlezar mir. Kurên wî tunebûn, lê keçên wî hebûn. Mirovên wan ên ku kurên Qîş bûn ew ji xwe re anîn. 23 Kurên Mûşî: Mahlî, Eder û Yerêmot. Sê kes bûn. 24 Li gorî malbatên wan, Lêwiyî ev bûn. Her serekekî binemalê bi navê xwe hat pejirandin. Her Lêwiyiyê bîst salî û mezintir, di karê xizmeta Mala Xudan de kar dikir. 25 Çimkî Dawid got: “Xwedayê Îsraêl Xudan, rihetî da gelê xwe. Wê heta hetayê li Orşelîmê bimîne. 26 Ji ber vê yekê wê Lêwiyî êdî mesken û taximên xizmetê hilnegirin.” 27 Li ser gotinên Dawid ên dawî, Lêwiyiyên bîst salî û mezintir hatin hejmartin. 28 Peywira Lêwiyiyan ew bû ku di xizmeta Mala Xudan de alîkariya kurên Harûn bikin. Ew ji ode, hewş û ji paqijkirina her karê taximên pîroz ên Mala Xwedê berpirsiyar bûn 29 û herwiha bi Nanê Xêrê, arvanê hûr ê pêşkêşiya dexlê, nanê şikeva, nanê sêlê yê din, pêşkêşiya bi zeytê hatiye hevîrkirin û bi her cure elb û pîvanî alîkarî kir. 30 Herwiha divê ew ji bo ku her sibe û her êvar şikirdarî û pesindana Xudan bikin amade bibûna. 31 Di rojên Septê, cejnên Heyva Nû û cejnên kifşkirî yên din de, gava qurbanên şewitandinê li ber Xudan dihatin pêşkêşkirin, wê li gorî hejmarên di rê û rêbazên wan hatine diyarkirin de, herdem amade bibûna. 32 Bi vî awayî Lêwiyiyan ji bo xizmeta Mala Xudan, peywira nobedariya Konê Hevdîtinê û Cihê Herî Pîroz û alîkariya birayên xwe Harûniyan pêk anîn. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey