Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 22 - Kurmanji Încîl

1 Dawid got: “Wê Mala Xwedê Xudan û gorîgeha qurbana şewitandinê ya ji bo gelê Îsraêl li vir bin.”


Amadekariyên Perestgehê

2 Dawid ferman da ku xerîbên li welatê Îsraêl bicivînin û kevirbiran peywirdar bikin ku ji bo avakirina Mala Xwedê kevirên necirandî amade bikin.

3 Dawid ji bo baskên deriyan bizmar, hesinên pevgirtinê û ji bo milên wê bi qasî ku nayê pîvandin tûnc peyda kir.

4 Wî bi qasî ku nayên hejmartin, darên sedrê jî peyda kirin. Çimkî Saydayî û Sûrî ji Dawid re gelek darên sedrê anîbûn.

5 Dawid got: “Kurê min Silêman xort û xeşîm e û Mala ku ji bo Xudan bê avakirin, divê gelek mezin û li hemû welatan navdar û birûmet be. Ji ber vê yekê ezê amadekariya wê bikim.” Dawid beriya mirina xwe, amadekariyeke mezin kir.

6 Dawid gazî kurê xwe Silêman kir û lê emir kir ku ji bo Xwedayê Îsraêl Xudan malekê ava bike.

7 Dawid ji Silêman re got: “Kurê min, di dilê min de hebû ku ji bo navê Xwedayê xwe Xudan min malekê ava bikira.

8 Lê gotina Xudan ji min re hat û got: ‘Te gelek xwîn rijand û şerên mezin kirin. Tê ji bo navê min Malê ava nekî, çimkî te li dinyayê li ber çavê min gelek xwîn rijand.

9 Va ye, wê kurek ji te re çêbe ku wê bibe mirovê aştiyê. Ezê li her derê, ji hemû dijminên wî aştiyê bidim wî. Wê navê wî, Silêman be û ezê di rojên wî de aştî û aramiyê bidim gelê Îsraêl.

10 Wê bi navê min Malê ava bike. Wê ji min re bibe kur, ezê jê re bibim bav. Ezê textê padîşahiya wî li ser gelê Îsraêl her û her bidomînim.’

11 “Ya kurê min! Bila Xudan bi te re be ku tu bi avakirina Mala Xwedayê xwe Xudan bi ser bikevî, çawa ku wî li ser te got.

12 Bila Xudan serwextî û fêmdariyê jî bide te ku gava ew te bike serwerê gelê Îsraêl, tê Şerîeta Xwedayê xwe Xudan pêk binî.

13 Heke tu qanûn û hikmên ku Xudan ji bo gelê Îsraêl li Mûsa emir kir, pêk bînî, wê karê te baş pêşve here. Hêzdar û wêrek be, netirse û neşikê.

14 “Min bi zehmetî ji bo Mala Xudan sed hezar telant zêr, milyonek telant zîv û tûnc û hesinê ku nayê pîvan, peyda kirin. Min dar û kevir jî peyda kirin. Tê li wan zêde jî bikî.

15 Li ba te gelek karker hene: Kevirbir, karkerên dar û keviran û her cure hosteyên jêhatî.

16 Zêr, zîv, tûnc, hesinê te yê bêhejmar heye. Rabe, destpê bike! Bila Xudan bi te re be.”

17 Dawid, li hemû serekên gelê Îsraêl emir kir ku alîkariya Silêmanê kurê wî bikin û got:

18 “Ma Xwedayê we Xudan ne bi we re ye? Ma li her derê rihetî neda we? Wî şêniyên welêt dan destê min û welat di bin destê Xudan û gelê wî de ye.

19 Niha bi dil û can biryar bidin ku hûn li Xwedayê xwe Xudan bigerin. Rabin, Pîrozgeha Xwedê Xudan ava bikin. Bila Sindoqa Peymana Xudan û taximên wî yên pîroz bînin nav maleke ku ji bo navê Xudan bê avakirin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan