Dîrok I, 21 - Kurmanji ÎncîlDawidê Padîşah hejmartinê dike ( Samûêl II, 24:1-25 ) 1 Îblîs li dijî gelê Îsraêl rabû û Dawid sor kir ku gelê Îsraêl bijmêre. 2 Dawid ji Yoav û fermandarên din re got: “Herin, gelê Îsraêl, ji Beêr-Şevayê heta Danê bijmêrin û xeberê ji min re bînin ku ez hejmara wan bizanibim.” 3 Yoav got: “Xudan gelê xwe, sed qat zêdetir bike. Lê ezbenî, ma ev tev ne xulamên xweyê min padîşah in? Xweyê min çima vê bixwaze? Çima bixwaze gelê Îsraêl bixe nava sûcdaran?” 4 Gotina padîşah ji gotina Yoav serdestir derket. Bi vî awayî Yoav rabû, li seranserê welatê Îsraêl geriya û hat Orşelîmê. 5 Yoav encama hejmartinê ji Dawid re got: Li tevahiya Îsraêlê milyonek û sed hezar û li Cihûdayê çar sed û heftê hezar şûrkêş hebûn. 6 Lê di nav wan de eşîrên Lêwî û Binyamîn nehejmartin. Çimkî gotina padîşah, ji bo Yoav kirêt bû. 7 Ev tişt di çavê Xwedê de xerab bû. Li ser vê yekê wî gelê Îsraêl ceza kir. 8 Dawid ji Xwedê re got: “Bi kirina vê yekê min gunehekî mezin kir! Ez lava dikim, sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.” 9 Xudan bi Gadê zanyarê Dawid re peyivî. 10 Wî got: “Here ji Dawid re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Ez sê xal datînim ber te. Yekî ji wan hilbijêre ku ez bînim serê te.’” 11 Gad çû ba Dawid û jê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Tu çi dixwazî, 12 sê salan xela, helakbûna sê mehan ji ber şûrê dijminên te yên ku didin pey te, yan jî sê rojên şûrê Xudan ên ku kul bikeve welatê te û milyaketê Xudan seranserê welatê Îsraêl xera bike?’ Niha baş bifikire, ezê bersiveke çawa bidim Yê ku ez şandime.” 13 Dawid ji Gad re got: “Tengasiya min mezin e. Dixwazim bikevim destê Xudan, çimkî rehma wî mezin e. Ez nakevim destê mirovan.” 14 Li ser vê yekê Xudan kul şand ser welatê Îsraêl. Heftê hezar kes ji gelê Îsraêl mirin. 15 Xwedê milyaketek şand ku Orşelîmê tune bike. Lê dema milyaket dikir wê tune bike, Xudan ew dît û fikra xwe ya hilweşandinê guhert. Ji milyaketê ku tune dikir re got: “Bes e! Destê xwe bikişîne.” Milyaketê Xudan, li ber bêndera Ornanê Yevûsî disekinî. 16 Dawid serê xwe rakir û dît ku milyaketê Xudan di navbera erd û ezmanan de sekiniye. Di destê wî de şûrê tazî hebû ku li dijî Orşelîmê dirêj kiribû. Dawid û rîspiyên gel ku bi çûx rapêçayîbûn, deverû çûn erdê. 17 Dawid ji Xwedê re got: “Ma kesê dixwest gelê wî bê hejmartin ne ez im? Min guneh kir. Min xerabiya mezin kir. Ma vî pezî çi kiriye? Ya Xwedayê min Xudan, lava dikim bila destê te li dijî min û mala bavê min be, lê vê kulê ji ser gel rake.” 18 Milyaketê Xudan ji Gad re got: “Ji Dawid re bêje: ‘Here, li bêndera Ornanê Yevûsî ji Xudan re gorîgehekê çêke.’” 19 Çawa ku Gad bi navê Xudan got, Dawid rabû çû. 20 Ornanê ku genim gêre dikir, li pişt xwe zivirî û milyaket dît. Çar kurên wî yên ku pê re bûn, xwe veşart. 21 Dawid ber bi Ornan ve dihat. Gava Ornan Dawid dît, ji bênderê derket û li pêş Dawid deverû çû erdê. 22 Dawid ji Ornan re got: “Vê bênderê, bi çi bihayî be bifiroşe min. Ezê li vir, ji Xudan re gorîgehekê çêkim ku kul ji nav gel rabe.” 23 Ornan ji Dawid re got: “Bila ya te be! Bila xweyê min padîşah tiştê di çavê wî de baş e, bike. Ezê ji bo qurbanên şewitandinê, gayan, ji bo êzing, cercereyan û ji bo pêşkêşiya dexlê jî, genim bidim. Ez hemûyan didim te.” 24 Dawidê Padîşah ji Ornan re got: “Na, ezê tevahiya bihayê wê bidim û bikirim. Ez malê te ji bo Xudan nastînim û qurbana şewitandinê pêşkêş nakim ku min heqê wê nedaye.” 25 Bi vî awayî Dawid ji bo wî cihî, şeş sed şekel zêr da Ornan. 26 Dawid li wir ji Xudan re gorîgehekê çêkir û qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin. Wî gazî Xudan kir û Xudan li ser gorîgeha qurbana şewitandinê, ji ezmanan bi êgir bersiva wî da. 27 Xudan ferman da milyaket, wî jî şûrê xwe xist kalên. Cihê Perestgehê tê hilbijartin 28 Di wê demê de, gava Dawid dît ku Xudan li ber bêndera Ornanê Yevûsî bersiva wî da, rabû li wir qurban serjê kirin. 29 Di vê navberê de Meskenê Xudan a ku Mûsa li beriyê çêkiribû û gorîgeha qurbana şewitandinê li Gîvonê, li bilindciyê perizînê bûn. 30 Lê ji bo ku ew ji şûrê milyaketê Xudan gelekî ditirsiya, Dawid nikaribû biçe wir û ji Xwedê şîretê bixwaze. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey