Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 2 - Kurmanji Încîl


Kurên Îsraêlê Pêxember

1 Kurên Îsraêl: Rûbên, Şimûn, Lêwî, Cihûda, Îssexar, Zevûlon,

2 Dan, Ûsiv, Binyamîn, Neftelî, Gad û Aşêr.


Ziriyeta Cihûdayê kurê Îsraêlê Pêxember
( Rût 4:18-22 ; Metta 1:3-6 ; Lûqa 3:31-33 )

3 Kurên Cihûda: Êr, Onan û Şêla. Her sê ji keça Şûaya Kenanî çêbûn. Êrê kurê pêşî yê Cihûda, di çavê Xudan de xerab bû, loma Xudan ew kuşt.

4 Tamara bûka wî jê re Peres û Zerah anîn. Tevahiya kurên Cihûda pênc in.

5 Kurên Peres: Hesron û Hamûl.

6 Kurên Zerah: Zîmrî, Êtan, Hêman, Kalkol û Darda. Tevahiya wan pênc kes bûn.

7 Kurên Karmî: Exanê ku derbarê tiştên hatin veqetandin de, bi Xudan re nedilsoz bû.

8 Kurê Êtan: Ezarya.

9 Kurên Hesron: Yerahmeyêl, Ram û Kalêv.

10 Ram bavê Emmînadav bû. Emmînadav bavê Nahşonê serekê Cihûdayê bû.

11 Nahşon bavê Salma bû. Salma bavê Bowaz bû.

12 Bowaz bavê Ovêd bû. Ovêd bavê Yêşa bû.

13 Heft kurên Yêşa çêbûn: Yê pêşî Êliyav, yê diduyan Avînadav, yê sisêyan Şîma,

14 yê çaran Natanêl, yê pêncan Radday,

15 yê şeşan Osem û yê heftan Dawid.

16 Xwişkên wî Serûya û Avîgayil bûn. Sê kurên Serûyayê hebûn: Avîşay, Yoav û Esahêl.

17 Avîgayilê Emasa anî. Bavê Emasa, Yeterê Îsmaîlî bû.

18 Zarokên Kalêvê kurê Hesron ji jinên wî Ezûvayê û Yerîotê çêbûn. Kurên jina wî: Yêşer, Şovav û Ardon.

19 Piştî ku Ezûva mir, Kalêv ji xwe re Efrat anî û wê jê re Hûr anî.

20 Hûr bavê Ûrî bû. Ûrî bavê Besalêl bû.

21 Piştre Hesron bi keça Maxîrê bavê Gîlad re raza. Ew pê re di şêst saliya xwe de zewicî bû. Jinikê Segûv jê re anî.

22 Segûv bavê Yayîr bû. Li welatê Gîladê bîst û sê bajarên wî hebûn.

23 Lê Geşûr û Aram, bajarên Yayîr û Qenat standin ku 60 gund û bajarokên wan hebûn. Tevahiya wan, ji ziriyeta Maxîrê bavê Gîlad bûn.

24 Piştî ku Hesron li Kalêv-Efratayê mir, Aviyaya jina wî Aşxûrê avakarê Teqoayê jê re anî.

25 Kurên Yerahmeyêlê kurê pêşî yê Hesron: Kurê pêşî Ram, Bûna, Oren, Osem û Ahiya.

26 Jineke din a Yerahmeyêl hebû û navê wê Etara bû. Ew diya Onam bû.

27 Kurên Ramê kurê pêşî yê Yerahmeyêl: Maes, Yamîn û Êqer.

28 Kurên Onam: Şammay û Yade. Kurên Şammay: Nadav û Avîşûr.

29 Navê jina Avîşûr, Avîhayîl bû û wê jê re Ahban û Molîd anîn.

30 Kurên Nadav: Seled û Appayîm. Seled bêzarok mir.

31 Kurê Appayîm Yîşî bû. Kurê Yîşî Şêşan bû. Kurê Şêşan Ahlay bû.

32 Kurên Yadeyê birayê Şammay Yeter û Yonatan bûn. Yeter bêzarok mir.

33 Kurên Yonatan: Pelet û Zaza. Ew ji ziriyeta Yerahmeyêl bûn.

34 Kurên Şêşan tunebûn, tenê keçên wî hebûn. Xulamekî Şêşan ê Misrî hebû û navê wî Yarha bû.

35 Şêşan keça xwe wek jin da xulamê xwe Yarha. Wê jê re Ettay anî.

36 Ettay bavê Natan bû. Natan bavê Zavad bû.

37 Zavad bavê Eflal bû. Eflal bavê Ovêd bû.

38 Ovêd bavê Yêhû bû. Yêhû bavê Ezarya bû.

39 Ezarya bavê Heles bû. Heles bavê Êlesa bû.

40 Êlesa bavê Sîsmay bû. Sîsmay bavê Şallûm bû.

41 Şallûm bavê Yeqamya bû. Yeqamya bavê Êlîşama bû.

42 Kurên Kalêvê birayê Yerahmeyêl: Kurê pêşî Mêşa yê avakarê Zîfê û Marêşayê avakarê Hevronê.

43 Kurên Hevron: Qorax, Tappûah, Reqem û Şema.

44 Şema bû bavê Yorqoamê bavê Raham û Reqem bû bavê Şammay.

45 Maon kurê Şammay û avakarê Bêtsûr bû.

46 Eyfaya cariyeya Kalêv, Haran, Mosa û Gazêz anîn û Heran bû bavê Gazêz.

47 Kurên Yahday: Regem, Yotam, Gêşan, Pelet, Eyfa û Şaef.

48 Maexaya cariyeya din a Kalêv, Şever û Tîrhana anîn.

49 Wê Şaefê avakarê Madmannayê û Şewayê avakarê Maxbênayê û Gîvayê jî anîn. Keça Kalêv jî hebû ku navê wê Exsa bû.

50 Kurên Kalêv ev bûn: Kurên Hûrê kurê pêşî yê Efrat ev bûn: Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê,

51 Salmayê avakarê Bêtlehemê û Harêfê avakarê Bêtgadêrê.

52 Şovalê avakarê Qîryat-Yearîmê bavê Haroeyiyan û nîvê Menûhotiyan bû.

53 Binemalên Qîryat-Yearîmê: Yattîrî, Pûtî, Şûmatî û Mîşrayî. Ji wan Sorayî û Eştaolî jî zêde bûn.

54 Ziriyeta Salma: Bêtlehemî, Netofayî, Etrot-Bêtyoavî, nîvê Manahatî û Sorî.

55 Binemalên nivîsendeyên ku li Yabêsê rûdiniştin, ev bûn: Tîratî, Şîmatî û Sûxatî. Ew Qêniyên ji ziriyeta Hammatê bavkalê Mala Rêxav in.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan