Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Dîrok I, 19 - Kurmanji Încîl


Dawidê Padîşah Emmonî û Aramiyan têk dibe
( Samûêl II, 10:1-19 )

1 Piştî demekê Nahaşê Padîşahê Emmoniyan mir û kurê wî li cihê wî bû padîşah.

2 Dawid ji xwe re got: “Ji ber ku bavê wî bi min re dilsoz bû, ezê jî bi Hanûnê kurê Nahaş re dilsoz bim.” Li ser mirina bavê wî, ji bo sersaxiyê, qasid şandin ba Hanûn. Gava xulamên Dawid ji bo sersaxiyê gihîştin welatê Emmoniyan ku sersaxiya Hanûn bike,

3 serekên Emmoniyan ji Hanûn re got: “Bi şandina kesan ji bo sersaxiya bavê te, ma ji te kirî, Dawid qedrê bavê te digire? Ev xulam hatine ba te. Gelo ev xulam, ne ji bo casûsî, sixûrî û tevlihevkirina welêt hatibin?”

4 Li ser vê yekê, Hanûn xulamên Dawid desteser kirin, rihên wan qusandin, kirasên wan heta qorikê birîn û ew şandin.

5 Ew bi vî awayî vegeriyan. Gava Dawid hesiya, wî şand pey wan. Çimkî zilamên wî pir rezîl bûn. Padîşah got: “Heta rihê we dirêj bibe, li Erîhayê bimînin, paşê vegerin.”

6 Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, Hanûn û Emmonî, ji bo ku ji xwe re siwar û erebeyên şer kirê bikin, hezar telant zîv şandin Aram-Naharayîm, Aram-Maexa û Sovayê.

7 Ji xwe re sî û du hezar erebeyên şer û Padîşahê Maexayê girtin. Ew jî hatin û li ber Mêdevayê artêşgeh danî. Emmonî ji bajarên xwe civiyan û hatin şer.

8 Gava Dawid ev yek bihîst, Yoav û tevahiya mêrxasên artêşê şandin.

9 Emmonî rabûn, li ber dergehê bajêr tevdîra şer kir. Padîşahên ku ji bo alîkariyê hatibûn jî li derveyî bajêr amadehiya şer kir.

10 Gava Yoav li pêş û paş yekîneyên neyaran dîtin, wî hinek leşkerên bijare yên gelê Îsraêl hilbijartin û ew li dijî Aramiyan rêz kirin.

11 Yekîneyên mayî, wî xistin bin fermandariya Avîşayê birayê xwe û wan li dijî Emmoniyan tevdîra şer kir.

12 Yoav got: “Heke Aramî zora min bibin, were aliyê min. Lê heke Emmonî zora te bibin, ezê bêm aliyê te.

13 Hêzdar bin! Ji bo xatirê bajarên gelê xwe û Xwedayê xwe, divê em wêrek bin! Bila Xudan bi ya xwe bike.”

14 Dema Yoav û kesên pê re, ji bo li dijî Aramiyan şer bikin xwe avêtin pêşiyê, Aramî ji ber wan reviyan.

15 Emmoniyên ku dîtin Aramî direvin, ji ber Avîşayê birayê Yoav reviyan û ketin bajêr. Wê gavê Yoav vegeriya Orşelîmê.

16 Gava Aramiyan dît ku ew li ber gelê Îsraêl têk çûn, wan qasid şandin û gazî Aramiyên li rojhilatê Feratê kir. Şofaxê fermandarê artêşa Hadadezer li ser serê wan bû.

17 Gava Dawid bi vê yekê hesiya, wî artêşa gelê Îsraêl da hev û Çemê Şerîayê derbas kir. Ew hat ba wan û tevdîra şer kir. Piştî ku Dawid li dijî Aramiyan tevdîra şer kir, wan şer kir.

18 Lê Aramî ji ber gelê Îsraêl reviyan. Dawid ji wan, heft hezar leşkerên erebeyan û çil hezar leşkerên peya kuştin. Wî Şofaxê fermandar jî kuşt.

19 Xulamên Hadadezer ji ber gelê Îsraêl têk çûn. Loma ew bi Dawid re aş bûn û jê re bûn xulam. Bi vî awayî Aramiyan nexwest ku alîkariya Emmoniyan bikin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan